Esnafên Enqereyê: Em bi deynan deynê xwe didin 2021-01-22 09:04:46   ENQERE - Esnafên Enqereyê anîn ziman ku di pêvajoya pandemiyê de çendî ku zor û zehmetiyê dikişînin jî, dewletê tu piştgirî nedaye wan û lewma ji bêgavî bi deynan deynê xwe didin.    Krîza aborî bandorê li tevahiya civakê dike. Esnafên ku ji ber krîza aboî û şewba Covîd-19'ê perîşan bûne, destnîşan kirin ku wextê krediya ku kişandina hatiye û nikarin bidin.    Esnafên navçeya Ûlûs a Enqereyê bal kişandin ser zor û zehmetiyên ku bi wan re rû bi rû dimînin.    Esnaf Înan Gursoy ku avîzeyan difiroşe got: "Berê jî zivistanê kar nebaş bû, lê du sal in saloqat kar nabe. Gava em mehê du sê avîzeyan bifiroşin em şikir dikin."    Gursoy, xwest ku dewlet piştgiriya esnafan bike. Gursoy, bilêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de tu alîkariya dewletê negihaye wî û îqtidar rast nabêje, tu alîkariya esnafan nake.    BI DEYNAN DEYNÊ XWE DIDIN    Gursoy, bilêv kir ku esnafên Tirkiyeyê hemû deyndar in û yê wî jî gelek deynê wî yê krediyê heye. Gursoy, destnîşan kir ku ji bo krediya xwe bide çûye ji bankeyeke din kredî kişandiye. Gursoy got: "Li Tirkiyeyê tu esnaf tune ye ku deynê wî yê krediyê tune be. Pergal bi vî awayî bi rê ve diçe. Em ferz bikin bi qasî 100 hezar TL'yî mal di dikana min de heye, bawer bikin ku ew qas jî deynê min heye."    ‘ABORÎ RANEBÛYE PÊDARÊ'    Mehmet Emîn Guven jî 17 sal in li Ûlûsê esnaftiyê dike. Guven, destnîşan kir ku tu wextî wekî niha esnaf perîşan nebûye û got: "3 zarokên min hene. Tu hesabê ku em li malê dikin û yê sûkê li hev dernayê. Min di nav hefteyekê de bi hezar û 200 TL'yî kar kiriye. Lê wexta ev dikan rojê bi 5 hezar TL'yî kar neke, nikare li ser pêyan bisekine. Ji lewra mesref pir in. Li vê semtê gelek dikan hatin girtin. Bera jî em nemane, qediyane. Axaftinên di televîzyonê de yek jê jî nerast in. Ji lewra rûnê ku me par bi 30 TL'yî dikirî, îsal bûye 80 TL. Wekî ku dibêjin aborî ranebûye pêdarê."     ‘REWŞA ME QET NEBAŞ E'    Îbrahîm Teke ku qehwexaneya wî heye, anî ziman ku ji roja ku tevdîr hatine girtin heya niha qehwexaneya wî girtiye û gelek caran ji bo alîkariyê serlêdan kiriye, lê belê bi tu awayî alîkariya wî nehatiye kirin. Teke, bilêv kir ku niha debara xwe bi pereyê ku berê dabû ser hev du dike û got: "Heger ev jî biqede, wê rewşa me ji binî ve xeriab bibe. Rewşa esnafan qet nebaş e. Ji ber ku hemû sektor girêdayî hev in, dê rewş xirabtir bibe."    MA / Selman Guzelyuz