Li 4 gundên Licê operasyon zêde bû 2021-01-22 14:21:09 AMED – Operasyona ku di 20’ê çileyê de li navçeya Licê bi alîkariya hewayî dest pê kir, li 4 gundan zêde bû.    Operasyona leşkerî ku Wezareta Karên Hundir, di 20’ê çileyê de bi navê “Operasyona Licê ya Eren-2” da destpêkirin, bi alîkariya hewayî didome. Operasyon, li gundên Zenge, Helel, Mişrif û Karvasê ku sewqiyata leşkerî tê kirin, zêde bû. .