Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî 2021-01-26 09:11:51   SÊRT - Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî Methî Aykaç ê ku di Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de ye.    Methî Aykaç, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panos a Agirî ya Tîpa L'yê ragihandin. Hevjîna wî Muhsîne Aykaç, bilêv kir ku hevjînê wê gotiye xwarinên girtîgehê nayên xwarin, lê belê cardin jî ji bo heqê xwarina li girtîgehê fatûreyeke 11 hezar TL'yî ji wan re hatiye şandin.    Aykaç, diyar kir ku hevjînê wê 7 sal in girtiye û extiyar û tim tahde lê tê kirin.   11 HEZAR TL    Aykaç, anî ziman ku hevjînê wê 3 sal in di Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de ye û got: "Hevjînê min, ragihand ku xwarina tê dayîn nayê xwarin, gardiyan xwarinê di bin derî re davêjin. Dibêje, ava germ tune ye û aktivîteyên hatine astengkirin. Çendî ku xwarina wan nebaş e jî, cardin fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandin mala me. Kaxez bi kurê min ê 18 salî dane îmzekirin. Ji ber ku îmze hatiye danîn, doza pere dikin. Rewşa me ya aborî nebaş e, em ê çawa bidin."    HEZAR TL FATÛREYA CERYANÊ    Aykaç, diyar kr ku heqê ceryanê jî pir hatiye û wê jî ji girtiyan dixwazin û got: "Ji bo odeyeke biçûçik 400 Tl fatûre hatiye. Girtî nikarin îtiraz jî bikin. Ji bo şewbê tevdîr nayên girtin. Amûrên paqijiyê, av û pêdiviyên wan ên sere nayên peydakirin."    TECRÎD    Aykaç, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin jî û got: "21 sal in bi awayekî bêhiqûqî girtiye. Kesên dixwazin pêşî li ber daxwaza Ocalan a ji bo aştiyê bigirin, wî tecrîd dikin. Kesên aştîxwaz divê li dijî tecrîdê bitêkoşin. Divê piştgiriya grevên birçîbûnê bikin. Berxwedana bi pêşengiya Leyla Guvenê hatibû destpêkirin divê cadin dest pê bike. Bila tecrîd bê rakirin."