Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tedawî bipere ye 2021-01-26 14:37:17   AMED – Hat diyarkirin ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, mieyneya nexweşan bipere tê kirin û nexweşên ku pereyên wan tunene jî nayên tedawîkirin.    Hat angaştkirin ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, bijîjk ji nexweşan pere dixwazin. Li gorî angaştan, li gel ku nexweşxane di asta nexweşxaneyên cemaweriyê de ye jî ferqa wê û nexweşxaneyên taybet ji hev nemaye. Tê gotin ku nexweş ji ber zêdebûna bijîjkên bi tecrübe diçin neweşxaneyê û dixwazine bêpere tedawî bibin lê di pratîkê de ev tiştek wiha li nexweşxaneyê tuneye.    NEXWEŞAN MEXDÛR DIBIN   Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyên hatin wergirtin, li polîklînîkan piranî bijîjkên asistan nexweşan pêşwazî dikin. Tedawiya nexweşan jî ji aliyê asîstanan ve tê destpêkirin. Li gel ku bijîjkên pispor pirî caran ne li cihê xwe ne jî ji bo girtina sermayeya veberhênanê tedawî li ser navê tê nîşandan. Ji ber vê yekê hem nexweş hem jî bijîjkên asistan tên mexdûrkirin.    MIEYNEYA BIPERE   Li gel ku qedexe ye ji bo kirariyên “mieyne, têketin û emeliyatê” pere bê girtin jî li nexweşxaneyê piraniya bijîjkên pispor tenê nexweşên ku pere didin wan tedawî dikin. Hat diyarkirin ku ev hê jî li nexweşxaneyê didome û nexweşên ku pere nadin nayên tedawîkirin.    RANDEVÛYAN DERENG DIXÎNIN   Li aliyê din hat diyarkirin ku ji ber nexweşên ku bipere tên tedawîkirin randevûyên ji bo nexweşan heta 5-6 mehan dirêj dibin.  Ev pêkanîn nexweş mecbûrî tedawiya bipere dike û ji neçarî perê tê xwestin peyda dikin.     NEXWEŞXANE PAŞGUH DIKE   Hat diyarkirin ku ev pêkanîn ne veşarî bi awayekî zelal tê kirin. Li gel ku her roj bi sedan nexweş tên mexdûrkirin jî rêveberiya nexweşxaneyê çavê xwe ji rewşê re digire û kesên rewşê îttîraz dikin jÎ gef li wan tên xwarin.