Parlementer Koçyîgît lêgerîna tazî ji Wezîr Gul pirsî 2021-01-26 14:39:15   AMED - Parlementera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, îşkence û lêgerîna tazî ku li Ahmet Surme yê li Girtîgeha Tekîrdagê dimîne hatibû kirin, bir rojeva Meclîsê.   Ahmet Surme yê ku li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F girtî ye, piştî ku bi parêzerê xwe re hevdîtin kiribû, ji ber ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekiribû, gardiyanan derp kiribû û cilên wî bi zorê jê kiribûn. Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ev îşkence û lêgerîna tazî ku li Ahmet Surme hatibû kirin, bir rojeva Meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsên wê bibersivîne.    Koçyîgîtê, ji Wezîr Gul ev pirs kirin:   “* Fermana lêgerîna tazî ya li Ahmet Surme ku li Girtîgeha Tekîrdagê dimîne kê daye?     * Piştî ku girtiyê ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekir û îşkenceyeke giran lê hat kirin, derbarê personelên girtîgehê de tu lêpirsînên hatine destpêkirin gelo?     * Sedemê sepana lêgerîna tazî ku li girtîgehên Tirkiyeyê didome çi ye?     * Li girtîgeheke ku bi kamerayan tê şopandin, ravekirina lêgerîna tazî ya ku girtiyê ji odeya hevdîtina parêzer derdikeve çi ye?     * Sepana bi zorê cil jê kirinê û lêgerîna tazî ya li Ahmet Surme hatiye kirin gelo wek mûameleyeke nebaş e û îşkenceyê ne derveyî hiqûqa navneteweyî, destura bingehîn û qanûnan e?”