ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-27 09:00:43 * Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez, destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ji bo gelê kurd bivê nevê ye û got: "Fikra me çi dibe bila bibe, em dikarin li dor kurdbûyînê bên cem hev du."    * Girtiya nexweş Kadriye Cengîz ku heya niha du caran xwîn ji mîdeya wê hatiye, teşhîsa pençeşêra pêsîran û pişikê lê hatiye danîn û du caran qeyrana dil derbas kiriye nayê berdan. Keça wê Evîn Cengîz, destnîşan kir ku ne dêya wê ya nexweş, kujer tên berdan.    * Rêvebirê Navenda Giştî yê OHD'ê Berdan Acûn, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got: "A rast sedema sereke ya tecrîda li ser Ocalan, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye."    * Serokê Daîreya Rênîşiya Ehlaqî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Fermandar Xalid El Mehcûb, diyar kir ku Tirkiye li Lîbyayê rola aloziyê hilgirtiya û got: "Dixwaze hebûna xwe ya li Lîbyayê biparêze. Dixwaze şer bidome û bi vî awayî hebûna xwe ya li herêmê dorfireh bike."    * Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, destnîşan kir ku tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê "hiqûqeke taybet a ji bo kesekî" ye û li tevahiya civakê belav bûye. Dede got: "Tecrîda ku niha li Îmraliyê pêk tê, êrîşa li ser dewleta hiqûqê ye."    * Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û heyeta pê re seredana Bexda û Hewlêrê kiribûn. Rojnamevan-nivîskar Necmettîn Salaz, anî ziman ku Akar û heyeta wî xwestine li Kerkûk û Mûsilê binkeya eskerî bê avakirin, lê belê daxwaza wan hatiye redkirin. Salaz, ji bo PDK'ê jî anî ziman ku xwe radestî Tirkiyeyê kiriye.    * Li Serêkaniyê girikên li nav eraziyên çandiniyê yên di bin berpirsiyariya qada TÎGEM’ê de hatin tunekirin. Bermayên dîrokî yên ji girikan derketin danîn qada şantiyê.    * Danişîna rojnameger Osman Akin û Veysi Sarisozen dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.45)   * Danişîna doza nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya (MA) Nacî Kaya û Îdris Sayilgan ên dema nûçeyên penaberên li ser sînorê Edîrneyê dişopandin hatin binçavkirin û doz li wan hat vekirin dê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edîrneyê bê dîtin. (11.00)   * Heyeta KCD, TJA, DBP û HDP'ê yên li Êlihê xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd birêve dibin, dê li navçeyên Hezo û Sasonê yên Êlihê xebatên xwe berdewam bikin. (11.00-16.00)   *  MEBYA-DER, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin dê li Parqa Koşûyolûyê ya Amedê daxuyanî bide. (12.00)   * Heyeta ku di nav de rêveberên ÎHD, Odeya Tabîban, Baro, Genel-Îş, Egitim Sen û Goç-Der yên Mêrsînê hene, dê kampa penaberên ji Sûriyê yên ceyrana wan hatiye qutkirin ziyaret bikin. (12.00)   * Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)