Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye 2021-01-27 09:08:41   WAN - Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez, destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ji bo gelê kurd bivê nevê ye û got: "Fikra me çi dibe bila bibe, em dikarin li dor kurdbûyînê bên cem hev du."    Piştî ku li Herêma Kurdistana Federe PDK'ê hêzên eskerî li herêma Zînî Wertê bi cih kirin, rageşiyek rû da. Ev rageşî hê jî didome. Her wiha piştî ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar serdana Bexdayê kir û pêwendî bi Herêma Kurdistana Federe re danî, êrîşên li ser Şengalê careke din bûn rojev. Ev yek û helwesta PDK'ê bûne cihê bertek û nerazîbûnên mezin û bi xwe re cardin bivênevêbûna yekîtiya neteweyî ya kurd da der.   Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez, bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got: "A rast yekîtiya neteweyî pêkanîna hişmendiyekê ye. Lewma gere kurdên li her çar perçeyan di vî warî de tevbigerin."    ÊŞ YEK IN   Gulmez, bilêv kir ku ji  ber perçebûnê kurd bi bişaftinê re rû bi rû mane û kesên vê yekê qebûl nakin jî bi sirgûnkirin û kuştinê re rû bi rû dimînin. Gulmez, destnîşan kir ku lê belê cardin jî têkoşîna kurdan didome û got: "Çendî ku niha ji ber pevçûnên siyasî ji hev qetiyabin jî, lê belê pêvajoya Rojavayê kir ku kurd li dor êşên xwe ên cem hev du. Gava kurd li dor êşên xwe bên cem hev, tu ji her pênc tiliyan kîjanî jêbikî jî dê tiliyên din jî heman êşê bikişînin. A muhîm ew e ku gava xwişk û birayên te di zor û zehmtiyê de bin, tu berjenwendiyên xwe yên şexsî û partiyî deynî aliyekî û tu bibî yek."    Gulmez, destnîşan kir ku ev veqetîna di warê siyasî de li bara gel bûye cihê şikestnek mezin û got: "Dem bi dem şikestin çêbûne. Lê cardin jî gel xwedî hişmendiya 'Ez mecbûr im hebim, di nav hemû neteweyan de ez jî neteweyek im û mafên di dest her kesî de divê di dest min de jî hebin' e. Dibe ku di warê siyasî de cudahî hebin, lê kurdbûyîna me çarenûsa me ye. Fikira me çi dibe bila bibe, em dikarin li dor kurdbûyînê bên cem hev du."    YEKÎTÎ Û AZADΠ   Gulmez, bilêv kir ku heger kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin dê azad bibin. Gulmez, diyar kir ku gava kurd xw ebi rê ve bibin dê di warê zimên, çandê de jî xwe bi rê ve bibin.    Gulmez bal kişand ser hêza leşkerî ya kurdan jî û destnîşan kir ku pirsgirêkek din jî, nebûna hêza leşkerî ya yekbûyî ya kurda ye.    Gulmez, anî ziman ku ji bo ku yekîtiya neteweyî çêbibe li her çar perçeyan divê kurd li hev bên.    GEL ŞER NAXWAZE    Gulmez, bal kişand ser şerê gengaz ê di navbera hêzên kurd de jî û destnîşan kir ku divê mirovên aqilmend têkevin dewrê. Gulmez got: "Jixwe gelê kurd jî şer naxwaze. Gel rageşiya ku di demên dawî de rû da qebûl nekir û piştî wextekê ev rageşî bi dawî bû. Ji lewra kurdên her çar perçayan nîşan dan ku ev yek nayê qebûlkirin. Carinan têkoşînên siyasî vediguherin berjewendiyan. Lê wisa bawer dikim ku dê gelê me êdî tamûl neke û wê berteka xw enîşan bide. Kurd dikarin bi vê ferasetê yekîtiyê ava bikin."