Dadgehê doza rojnameger Kaya û Sayilgan taloq kir 2021-01-27 14:14:34   STENBOL - Danişîna doza Nûçegîhanên Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan li Edîrneyê hat dîtin.    Danişîna doza nûçegîhanên Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Nacî Kaya û Îdris Sayilgan ên dema nûçeyên penaberên li ser sînorê Edîrneyê dişopandin hatin binçavkirin û doz li wan hat vekirin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edîrneyê hat dîtin. Dozger bi hinceta "Bê destûr ketin qada qedexe" doz li Nuçegîhanê MA'yê Nacî Kaya û Îdris Sayilgan vekiribu. Di danişînê de Sayilgan û Kaya amade nebûn. Li şûna wan parêzerên wan beşdarî danişînê bûn û parastin kirin. Parêzeran parastin kirin û diyar kirin ku gelek kesên din ên wekî wan hatin binçavkirin hatin beraet kirin û xwestin dadgeh der barê wan de jî biryara beraetê bide.    Heyeta dadgehê jî piştî parastina parêzeran, ji bo dozger mutaala amade bike doz taloqî 14'ê nîsanê kir.