Meclîsa Ciwanên HDP: Em ê di her qadên jiyanê de bin 2021-01-27 14:15:04   ENQERE - Meclîsa Ciwanên HDP’ê, li dijî operasyonên binçavkirinên yên di demên dawî de li ser endamên xwe zêde bûne, daxuyaniyek da û got: “Em ê di her qadên jiyan û siyaseta demokratîk de cih bigirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û em bi biryarin ku we ji textê we bikin.”   Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê zext û operasyonên binçavkirinê li ser endam û rêveberên xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê ve hat weşandin de, bertek nîşanî zext, revandin, ajantî ferz kirin û binçavkirinan hat dayîn.         Di dewama daxuyaniya de wiha hat gotin: “Desthilatdariya ku tu rewabûna wê nemaye, dixwaze bi hêzên tarî welat bi rêve bibe. Em dixwazin hemû beşên civakê bi awayekê mirovî bijîn û em vê yekê diparêzin. Em carek din, dixwazin bêjin ku emê jiyanek azad ava bikin. Emê tecrîd tune bikin û faşîzmê hilweşînin.”   Meclîsa Ciwanên HDP’ê, di daxuyaniya xwe de ev peyam da: “Bi gelan, ciwanan, jinan û zarokan serdemeke herî bi qirêj a dîrokî tê jiyandin. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê, her roja dije, asta faşîzmê bilind dike û dixwaze civakê bê nefes bihêle. Di şexsê gelê kurd de êrîşî hemû nirxên gelan dikin û hewl didin civakê bi tenê ava bikin. Lê em ê di her qadên jiyan û siyaseta demokratîk de cih bigirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û em bi biryarin ku wan ji textê wan bînin xarê.”