Di doza Arslan ê DBP’î de hemû daxwaz hatin redkirin 2021-01-27 15:22:45 AMED - Di doza darizandina Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan de, daxwazên guhdarkirina şahidan, dahurandina axaftinên mijara sûc û rakirina şertê kontrola edlî, hatin redkirin.   Danişîna 5’emîn a doza bi îdeaya “endamtiya rêxistinê” ya derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan û endama Meclîsa Partiyê ya berê Harîka Peker de hatibû vekirin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Arslan û Peker tevlî nebûn de, parêzerên wan Cemîle Tûrhalli Balsak, Şivan Cemîl Ozen û Berat Kocakaya amade bûn.   QÛRALÊN DARIZANDINÊ HATIN BINPÊKIRIN   Parêzera Arslan Cemîle Tûrhalli Balsak parastin kir û xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û şertê konrola edlî yê Arslan bê rakirin. Balsak, da zanîn ku îtîrazî beyanên şahidên veşartî kirine û vê rewşê qanûnên darizandina adilan binpêkiriye. Parêzerê Arslan Şivan Cemîl Ozen jî, xwest dosyeya muwekîlê wî ya li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê û ya niha bikin yek û qeydên deng ên aîdê muwekîlê wî û daxuyaniyên çapemeniyê yên ku rast nehatine wergêrkirin bişînin ji kesên pispor re. Parêzerê Harîka Peker, Berat Kocakaya jî, xwest ku kemasiyên dosyayê bên temamkirin.   DAXWAZ HATIN REDKIRIN   Şandeya dadgehê, daxwazên guhdarkirina şahidan, dahurandina axaftinên mijara sûc û rakirina şertê kontrola edlî, red kirin. Şandeyê biryara nirxandina yekkirina dosyaya 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê, li benda bersivên muzekkereyên ji TEM’ê re hatine nivîsin bimînin da û danişîn taloqî 28’ê Nîsanê kir.