Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên binçavkirîn anîn Enqerê 2021-01-27 15:32:13   ENQERE - Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên di operasyona navenda wê Enqerê de, hatibûn binçavkirin bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin.    Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên di operasyona di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rêve bir, li 6 bajaran hat lidarxistin de hatibûn binçavkirin, anîn Enqerê. Ciwanên li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Enqerê tên girtin bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin.    Parêzeran, agahiya ku biryara veşartine ji bo lêpirsînê hatiye dayîn dan û gotin, rewşa tenduristiya ciwanan başe.   Hat hînbûn ku endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Rabîa Şevîn Sarinbûlak a li Stenbolê û keseke ku navê wê nehat zanîn a li Kocaeliyê hatibû binçavkirin jî, wê bînin Enqerê.    7 KES DIBIN ÇAVAN DE NE   Navê kesên dibin çavan de, wihane: “Endama MYK’a HDP’ê Sevîm Akdag, endama PM’a HDP’ê Narîn Donmez, endama MYK’a HDP’ê ya berê Hulya Ertaş, endama PM’a HDP’ê yê berê Berat Kiran, endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê Nûrûllah Ozgun, Cengîz Fîdan û Rabîa Şevîn Saribûlak.”    Miduriyeta Polîsan, ragihandibû ku derbarê 14 kesan de biryara binçavkirinê heye.