Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê derbarê Miduriyeta Dîlokê de gilî kirin 2021-01-27 15:56:19   ENQERE - Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê Komkujiya Enqerê, derbarê berpirsiyarên di sala 2015’an de li Miduriyeta Polîsan a Dîlokî peywirdar bûn û erk û berpirsiyara xwe bi cih ne anîn de, gilî kirin.    Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê Komkujiya Enqerê, derbarê kesên di sala 2015’an de li Miduriyeta Polîsan a Dîlokê peywirdar bûn û berpirsiyartiya xwe bi cih ne anîn de, gilî kirin. Parêzeran, bi sûcdariya “Bi tevgera xemsariya bi zanebûn mirov kuştin”, “delîlên sûc ji holê rakirin” û “Erka xwe xirab bi kar anînê” xwestin ku lêpirsîn bê destpêkirin û sûcdar bên ceza kirin.    Parêzeran derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşandin û ragihandin ku wan derbarê peywirdarên Miduriyeta Polîsan a Dîlokê de gilî kirin.