Dadgehê danişîna doza kujerê Karadûman taloq kir 2021-01-27 16:09:24   AMED - Danişîna doza Huseyîn Orûç ê ku bi xizme xwe Şahîn Orûç re Pelda Karadûman revand, tecawiz kir û kuşt, li 2'emîn Daîreya Ceza ya Herêma Dîlokê ya Îstînafê hat dîtin. Dadgehê doz taloq kir.    Huseyîn Orûç di 23’yî Tîrmeha 2017’an de li gel xizmê xwe Şahîn Orûç jina 17 salî Pelda Karadûman revand û tecawiz kir. Oruç piştî Karaduman revand û mehr kir, kuşt. 2'emîn danişîna doza Huseyîn Orûç, li 2'emîn Daîreya Ceza ya Herêma Dîlokê ya Îstinafê hat dîtin. Di danişînê de malbata Karadûman, parêzera malabatê Merva Demîrcan amade bûn. Bersûc Huseyîn Orûç jî ji girtîgehê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Bersûc Şahîn Orûç û parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn. Heyeta dadgehê, daxwaza parêzera malbata Karadûman a "kêmasiyên dosyayê temam bikin" li ber çavan girt û danişîna dozê taloqî 23’yê Sibatê kir.