Daraz jinên kurd dike hedef: Duh Leyla îro Ayşe kirin hedef 2021-01-27 17:26:30       NAVENDA NUÇEYAN - 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de biryara girtinê da. Piştî vê biryarê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: "Ayşe ji bo têkoşîna mafê jinan jiyana xwe feda kiriye. Di şexsê Ayşe Gokkan de têkoşîna jinan dikin hedef."    Danişîna doza Berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê Gokkan de bi îdeaya “rêvebera rexistinê” û “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka  Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Hevseroka Giştî ya Partiya Avakirina Ji Nûve ya Sosyalist (SYKP) Canan Yuce, biryara dadgehe rexne kirin û bertekên xwe anîn ziman.    AYDENÎZ: DEWLET BI RÊK Û PÊK ÊRÎŞ DIKIN   Hevseroka Giştî ya DBP'ê  Salîha Aydenîz, anî ziman ku biryara der barê Ayşe Gokkan de êrîşa li dijî têkoşîna jinan e û wiha got: "Piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven niha jî der barê berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de biryara girtinê dan. Ev biryar êrîşa li dijî têkoşîna azadiya jinê ye. Kesên vê biryarê didin ji jinan, têkoşîna azadiya jinê, civakîbê ditirsin. Ji ber vê yekê bi destê dewletê êrîşek heye."    Aydenîz, anî ziman ku jin li dijî tacîz, tecawiz û komkuijyê bêdeng nabînin û wiha got: "Dixwazin jin li hemberî pergala wan serî bitewînin. Lê jin li dijî vê yekê têkoşîna xwe bilind dikin. Di her çalakiyên xwe de vê dijberiya pergalê tînin ziman. Pergal dixwaze jinên xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin ceza bikin. Dixwazin peyamê bidin jinên din. Lê ne Leyla Guven û ne jî Ayşe Gokkan tu carî gavan paşve navêjin. Em ê li dijî vê biryarê bêtir têbikoşin û bêtir xwe bi rêxistin bikin. Jina kurd pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdan dike. Ji ber vê yekê çawa li dijî Kurdan dijminantiyê dikin, li dijî jina Kurd jî dijminantiyê dikin. Biryara der barê Ayşe Gokkan tê wateya dijminantiya li diji Jina Kurd. Ayşe Gokkan jinek kurd û siyasetmedar e. Hemû temenê xwe ji bo têkoşina demokrasî û siyaseta demokratîk daye. Em biryara der barê wê de dane nas nakin. Em ê li dijî vê biryarê têkoşîna xwe mezin bikin."     Aydenîz, bal kişand ser helwesta Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a beriya girtinê gotibû “Çi li hundir û çi li derve têkoşîna me dê bidome." û wiha got: "Em jî dibêjin têkoşîna jinan hem li derve û hem jî li hundir didome. Dê bi her awayî têkoşîna jinan bidome. Jin bi vê yekê peyamê didin pergala faşizmê û pergala serdestiya mêr."    BAŞARAN: ÊRÎŞA LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊ YE   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, jî anî ziman ku der barê Ayşe Gokkan de nêzî 200 lêpirsîn hatine vekirin û wiha got: "Ayşe Gokkan nêzî 83 caran hatiye binçavkirin. Li gel vê yekê tu gav ji xebatên siyasî paşve neavêtiye. Bi biryar û bawerî xebatên siyaseta demokratîk berdewam kiriye. Xebatên Gokkan xebatên zagonî û hiqûqî ne. Bi biryara girtina Ayşe êrîşî têkoşîna jinê dikin. Îqtîdar demek dirêj e êrîşî têkoşîna jinê dike. Di şexsê Ayşe Gokkan de têkoşîna azadia jinan dikin heref. Ji ber ku Ayşe Gokkan hemû jiyana xwe ji bo azadiya jinan feda kiriye."    9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de 22 sal û 3 meh ceza birîn û biştre biryara girtinê dan. Ji ber ku Guven pergala Civaka Sulaleya Dayikê parast der barê wê de biryara girtinê dan. Ji ber Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca bû “Hevserok" ew girtin. Îqtîdar dixwazin îro pergala serdestiya mêr bikin sazî. Di dosyaya Leyla Guven de pir aşkere hat dîtin ku îtîfaqa AKP-MHP'ê pergala baviksalarî diparêze. Îro parazvanên pergala baviksalarî bi keyfa dîktatordiya faşist ewil êrîşî jinan û têkoşîna jinan dikin. Dixwazin jin koletiyêqebûl bikin û serî li ber wan bitewînin. Ji ber vê yekê der barê Ayşe Gokkan de biryara girtinê dan. Divê hemû jin bi hevre li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ziman. Divê bi dengê bilind li dijî pergala îqtîdara AKP-MHP'ê dengê we bilind bikin.b"    SYKP: EM ÇONG NATEWÎNIN   Hevseroka Giştî ya Partiya Avakirina Ji Nûve ya Sosyalist (SYKP) Canan Yuce jî biryara dadgehê şermezar kir û wiha got: “Îtîfaqa AKP-MHP'ê dijminê jinan e. Dijminê Kurdan e. Dijminê kedkar û xwezayê ye. Jinên li kolanan serî natewînin dikin hedef. Dixwazin jin li dijî wan serî û çongê bitewînin. Ev yek li dijî rastî û xwezaya jinê ye. Ev li dijî peymana Îstanbolê ye. Jin dê tu carî ji daxwazên têkoşîna wekhevî, azadî û edaletê gavan paşve navêjin. Ayşe Gokkan  ne bi tenê ye. Em li dijî polîtîkayên dijminantiya Kurdan û jinan serî natewînin. Em serî natewînin."    AYŞE GOKKAN BI SALAN TÊKOŞÎNA SIYASETA DEMOKRATÎK DIDE   Berdevka TJA Ayşe Gokkan herî kêm ji avakirina HADEP'ê ya di sala 1994'an de hat avakirin heta niha di nava siyaseta kurdan û têkoşîna jinên Kurd de cih digire. Gokkan, di nava xebatên HADEP, DEHAP, DTP'ê de cih girt. Dîsa ji bo Rojnameyên Azadiya Welat, Ozgur Gundem, Yenî Yaşamê nivîskarî kir û hêj nivîskariya Yenî Yaşamê dike.    Gokkan, bû Şaredara Nisêbînê û di sala 2010'an li Bajarê Bukavû ya Komara Kongo tev li Meşa Jinên Cîhanê ku ji 42 welatan bûbû bû. Endama Komîsyona Dîplomasiyê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) kir. Herî dawî niha berdevkiya Tevgera Jinên Azad (TJA) dike. Gokkan heta niha herî kêm 83 caran hatiye binçavkirin û der barê wê de 200 lêpirsîn hatine vekirin. Herî dawî 9’emîn Dageha Cezayên Giran a Amedê îro (27 Çileya 2021) biryara girtina Gokkan da.  Heman dadgehê der barê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de jî biryara girtinê dabû.    MA / Ozgur Paksoy