Heyeta CPT hat Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê 2021-01-28 08:51:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta CPT, di 11-25’ê Çileyê de hat Tirkiye hikûmet û hin rêxistinên civakî ziyaret kir, lê neçû Îmraliyê.    Li gorî daxuyaniya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) di navbera dîrokên 11-25’an de çûye Tirkiye û li gelek girtîgeh û navendên destgîrkirinê lêkolîn kiriye. Ne çûye Îmralî, têkildarî bê ka pêşniyarên wan pêk hatine yan ne bi rayedaran re civiyane. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li ser nêzîkatiyên kesên tên binçavkirin, rewşa girtiyan nîqaş hatiye kirin. Bi taybet rewşa jin, zarokên û kesên bi cezayê heta heta hatine mehkûmkirin lêkolîn kirine.   Di daxuyaniyê de bal kişandiye ku di serdanê de pêşniyarên heyetê yên berê kiriye, ji rayedarên Tirk hate pirsîn ku pêk tînin yan ne, hatiye pirsîn. Serokê Mafê Mirovan a Tirk û Saziya Wekheviyê Suleyman Arslan, bi sifetê Serokê Mekanîzmeya Pêşîgirtina Netewî ya di çarçoveya Protokola Îhtiyarî ya Peymana Têkoşîna bi Êşkenceya Neteweyên Yekbûyî (UOM) re bi nûnerên saziyên civaka sivîl ku li qadên xebatê ku CPT têkildar dibe re civiya. Di dawiya serdanê de heyetê çavdêriyên xwe yên ewil bi meqamên Tirk re parve kir.   Di nava heyeta CPT’ê de weke serok Serokê CPT’ê Mykola Gantovskyy, Alîkara Serokê CPT’ê Therese Rytter, Ajordje Alempîjevîc, Nîco Hîrsch, Jûlîa Kozam, Ceyhûn Qaracayev, Hans  Wolff, Serokê Beşê Hûgh Chetwynd û ji Sekreterên CPT’ê Elvîn Aliyve cih girtin.   Heyetê li gel serdana qereqolên li Amed, Enqere, Stenbol, Ataşehîr, Bagcilar, Yenîbosna, Umraniye, Gayrettepe, Maltepe, Kuçukyali, Kayserî serdana Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Amed, Girtîgeha Jinan a Bakirkoy, Girtîgehên Tîpa L Hejmara 1,2 a Maltepe ya Stenbol, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Metrîs, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1 a Kayserî û Girtîgeha Jinan a Kayserî kirin.   HEYET NEÇÛ ÎMRALIYÊ Û BI BUROYA HIQÛQÊ YA ASRÎNÊ RE HEVDÎTIN NEKIR   Heyeta CPT ku hat Tirkiyeyê li gel ku bi hikûmetê û hin girtîgehan re hevdîtin kir jî neçû Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin nekir. Heyetê dîsa bi Buroya Hiqûqê ya Asrînê re jî hevdîtin nekir.    ÎHD: ME REWŞA GREVÊN BIRÇÊBÛNÊ Û ÎMRALIYÊ PARVE KIR   Têkildarî ziyareta CPT'ê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, ji Ajansa Mezopotamya re axivî û wiha got: "Me bi heyetê re hevdîtin kir. Me rewşa çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan û rewşa Îmraliyê parve kir.  Heyeta CPT di  ferqa rewşê de ye. Heyetê der barê ziyareta li Îmraliyê de tu daxuyanî nedan. Negotin em çûn wir. Tenê gotin 'Me bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin kir.' Dema li vir bûn me rapora Buroya Hiqûqê ya Asrînê jî pêşkêşî wan kir. Hevdîtina wan a bi hûmetê re girîng e. Ji niha û şûnde emê temaşe bikin ka wê destûra ziyareta Îmraliyê bê dayîn an na. Dîsa em ê binerin ka bandora heyeta CPT çiqas heye ya na. Bi taybetî em li ser çalakiyên greva birçîbûnê rawestiyan. Dîsa destnîşan kir ku pir girînge biçin Îmraliyê. Heyeta CPT'î jî got 'Em di ferqa cîddiyeta pirsgirêkên li Îmraliyê de ne. Em ê ragihînin.' Ev yek bibîra hikûmetê xistine. Ji niha û şûnde em ê helwesta hikûmetê bibînin.    DIVÊ KOMÎTEYA WEZÎRAN GAVAN BAVÊJE    Turkdogan, anî ziman ku li gel ziyareta CPT’î û pisrgirêkên li Îmraliyê bi rapor pêşkêş dikin jî pirsgirêk nayê çareserkirin û wiha got: "Ev rewş girêdayî nebesiya Komîteya Konseya Ewropa ye. Saziya eleqeyî raporê tê Tirkiyeyê. Rapor amade dike. Di vê mijarê de Komîteya Wezîran divê gavan bavêje.  CPT, destnîşan dike ku binpêkirina mafan heye. Lê ne di erka çareserkirinê de ye. Mekanîzmayên siyasî dê vê yekê çareser bikin. Divê mirov zorê li Komiteya Wezîran a Konseya Ewropa bike. Asambleya Parlamenteran dê vê yekê çareser bike."      MA / Berîvan Altan