Sîxurtî li penaberê sûriyeyî ferz kirin: Biçe partiyê û tiştên li wir diqewimin ji me re bibêje 2021-01-28 09:18:03 MÊRDÎN - Li Mêrdînê penaber A.R.'yê ji Sûriyeyê, gava ji bo belgeyên xwe diçe Midûriyeta Koçberiyê ya Mêrdînê, du kesên xwe wekî "îstixbaratê" dane naskirin sîxurtî lê ferz kirine. Gefa ku dê wî dersînor bikin lê xwarine. A.R. giliyê van kesan kir.  A.R. ku tevî malbata xwe di sala 2013'an de ji bajarê Şamê yê Sûriyeyê koç kiriye û hatiye Mêrdînê, ji ber parvekirinên wî yên li ser medyaya sosyal, di Kanûna 2020'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatiye binçavkirin û sîxurtî lê hatiye ferzkirin.    Polîsan avêtiye ser mala A.R. û ew binçav kirine û 2 rojan di binçavan de maye û paşê hatiye berdan. Di binçavan de ji A.R. xwestine ku têkiliyê bi HDP'ê re deyne û agahiyên bi dest bixe bi wan re parve bike.    SÎXURTÎ LÊ FERZ KIRINE    Di meha Çileyê de hejmara telefonê ya 05051061*** telefonî A.R. kiriye. Kesên telefonî wî kirine gotine ji Midûriyeta Koçberiyê ya Bajêr telefon dikin û ji ber ewraqên wî kêm in, divê were midûriyetê. A.R. jî çûye midûriyetê. Li midûriyetê du kesên xwe wekî "îstixbaratê" dane naskirin sîxurtî li A.R. ferz kirine. A.R. jî ji parêzerê xwe re gotiye û parêzerê wî telefonî heman hejmarê kiriye. Kesê axifiye Midûrê Îdareya Koçberiyê ya Bajêr safa Kenar bûye.    Piştî ku parêzer gotiye muwekîlê wî nerihet nekin, Kenar jî îdia kiriye ku "ji ber ewraqên kêm" telefonî wî kirine. Dû re A.R. serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye û bi rêya parêzerên xwe gilî kiriye.    JÊ XWESTINE PÊWENDIYÊ BI HDP'Ê RE DEYNE    A.R. serboriya xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) vegot.    A.R., anî ziman ku gava çûye Îadreya Koçberiyê du kesên xwe wekî "îstixbaratê" dane naskirin jê xwestine bi wan re bişuxile.    A.R., bilêv kir ku van kesan jê re gotiye ger ji malbata xwe re jî behsa vê hevdîtine neke û jê re gotine, pêwendiyê bi HDP'ê re deyne û agahiyan bi wan re parve bike.    A.R., diyar kir ku wan kesan jê re gotiye: "Ne hewce ye tu cihê xwe biguherînî. Tenê tu yê biçî partiyê û agahiyan bi me re parve bikî. Alîkariya me bike." A.R., destnîşan kir ku van kesan jê re gotiye gava aliyê wan bike dê li Tirkiyeyê tu zehmtiyê nekişîne.    A.R., anî ziman ku teklîfa wan qebûl nekiriye û van kesan jê re dê kesê bi navê "Husam" lê bigere û divê biryara xwe ji vî kesî re bibêje. A.R., diyar kir ku piştî wextekê kesê bi navê "Husam" telefonî wî kiriye.    GEF LÊ XWARINE    A.R., destnîşan kir ku piştî ku teklîfa wan qebûl nekiriye, ew her du kes vê carê bi wesayîteke reş hatine kargeha wî û wî cardin teklîfa wan red kiriye. A.R., bi lêv kir ku van kesan gefa ku dê wî û malbata wî dersînor bikin lê xwarine.    A.R., anî ziman ku gava di 14'ê Çileyê de çûye cem parêzerê xwe heman hejmarê gelek caran telefonî wî kiriye û piştî ku parêzerê wî hevdîtin bi Midûrê Îdareyê re daniye êdî hew telefonî wî kirine.    A.R., serî li ÎHD'ê daye û bi rêya parêzerê xwe giliyê van kesan kiriye.    MA / Ahmet Kanbal