Dayika girtiyê nexweş: Berî ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim 2021-01-28 09:18:30 WAN - Esmîhan Abî ku 6 sal in kurê xwe Ebedîn Abî yê 25 sal in girtiye û nexweş e nedîtiye got: "Berî bimirim dixwazim wî bibînim." Dayik Abî, xwest kurê wê bê berdan.  Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Ebedîn Abî ye. Abî di sala 1996'an de li Bêşebaba Şirnexê hatiye girtin û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn. Abî, niha di Girtîgeha Bunyan a Kayserî ya Jimar 2 a Tîpa T'yê de ye. Nexweşîna dil, şekir, tansiyon bi abî re heye û her wiha her du çavên wî baş nabînin. Ji xeynî vê gurçika wî û nigên wî jî nerihet in. Abî, di 22'yê Çileyê de anjiyo bûye û ji ber nexweşîna xwe zihîf dibe û niha 45 kîlo ye. Abî, di sala 2016'an de emeliyata apandîsîtê û di saşla 2017'an de jî emeliyata fitiqê bûye.    Abî di girtîgehê de 3 beşên zanîngehê kuta kirine û ji kurê xwe bi navê "Heliz û Hebûn" pirtûkek helbestan çap kiriye.    ‘BERÎ KU BIMIRIM...'    Dêya wî Esmîhan Abî ya 82 salî ku bi zorê diaxife, anî ziman ku herî dawî 6 sal berê kurê xwe dîtiye. Abî got: "Em her du jî niha sax in, berî ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim."   Dayik Abî, destnîşan kir ku ji ber bîrî û hesretê nexweş ketiye û xwest kurê wê bê berdan.    'REWŞA WÎ XIRAB DIBE'    Hevjîna wî Zubeyde Abî jî got: "3 sal in min hevjînê xwe nedîtiye. Berê baş bû. Piştî hat girtin, nexweşîna şekir û dilê lê peyda bû. Çavên wî xera bûne. Di 22'yê Çileyê de careke din emeliyat bû. Demarên wî xitimîne. Her diçe rewşa wî xirabtir dibe."    ‘BILA BÊ BERDAN'    Abî, diyar kir ku hevjînê wê nayê tedawîkirin û ji ber ku wî birine revîrê 15 rojan di karantînayê de maye. Abî, anî ziman ku xwarina diyetê jî nadin hevjînê wê û got: "Ji ber ku nexweş e, dixwazim bê berdan. Tenê ne hevjînê min, bila girtiyên nexweş giş bên berdan."    MA / Mujdat Can