Derbarê nûçegihana me Dûrgût de biryara neşopandinê 2021-01-28 11:05:30   ŞIRNEX - Nûçegihana me Zeynep Dûrgût dema li navçeya Basayê nûçe dişopand hatibû binçavkirin û pişt re serbest hatibû berdan. Lêpirsîna derbarê wê de hatibû destpêkirin bi biryara neşopandinê encam da.    Nûçegihana ajansa me Zeynep Dûrgût dema di 8’ê Cotmeha 2020’an de ji bo şopandina nûçeyê çûbû navçeya Basa ya Şirnexê, cendirmeyan ew li navçeyê binçavkiribû. Lêpirsîna derbarê Dûrgûtê de bi sûcdariya “Daneyên kesayetî, derveyî hiqûqê bi dest xistin û belavkirinê” hatibû destpêkirin bi neşopandinê encam da.    Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, diyar kir ku di girteka ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a navçeyê ve hatibû amadekirin de dîmenên di kamera de hatine dîtin ne sûc e û ji ber vê yekê biryara neşopandinê da.