Nûçegihanê me Aslan: Lêgerîna tazî ferzî min kirin 2021-01-28 11:34:46   STENBOL - Nûçegihanê me Mehmet Aslan ê ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê hat girtin, ragihand ku di ketina girtîgehê de, lêgerîna tazî ferzî wî hatiye kirin.    Nûçegihanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi rêve bir de, di 5’ê Çileyê de li Stenbolê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û girtin. Hatibû îdîakirin ku Aslan di ketina Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê de, lêgerîna tazî ferzî wî hatiye kirin. Birayê Aslan Mehmet Şîrîn Aslan ê roja Çarşemê hevdîtina telefonê bi birayê xwe kir de, da zanîn ku birayê wî Aslan îdîaya lêgerîna tazî pişt rast kiriye.    LÊGERÎNA TAZÎ   Birayê Aslan, diyar kir ku birayê wî di ketina girtîgehê de, bi awayekê kişandina rûmetê rastî ferzkirina lêgerîna tazî hatiye û dest nîşan kir ku ev rewş li hemû girtîgehan belav bûye. Bira Aslan, da zanîn ku birayê wî ev rewş îtîraz kiriye û xwestiye qeydên kamerayan bên temaşekirin û wiha got: “Lê rêvberiya girtîgehê ji bo vê îtîraza birayê min tişte ne gotine. Îdare li dijî vê îtîraza wî derketiye. Birayê di hevdîtinê ji min re got, ‘ezê bi nasnameya xwe ya rojnamegertiyê li dijî hemû binpêkirinên mafan derbikevim û ezê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînim. Ez li ku derê dibim bila bibim, ez ê li dû heqîqêtê biçim û li dijî bêmafiyan pênûsa xwe ji destên xwe ne danim. Li qada ku ez lême, ezê dîsa rojnamegertiya xwe dewam bikim. Girtina min li heberî vê yekê ne astenge.’”    LI SER GIRTIYAN ZEXT HENE    Aslan, dest nîşan kir ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rêveberiya girtîgehê xwarinê kêm dide wan û wiha bilêv kir: “Girtiyên bi navê Hasan Yakût, Ferhat Konûk û Hasan Katar piştgiriyê didin greva birçîbûnê. Ji ber ku girtî piştgiriyê didin greva birçîbûnê hemû xwarin û vexwarinên wan hatine astengkirin. Dîsa rayedarên girtîgehê nameyên girtiyan nadin wan û dayîna pirtûkan sînordar kirine. Gelek caran bi awayekê keyfî jî pirtûkan nadin girtiyan.”    Parlamenterê HDP’ê yê Kcocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, duh di axaftina xwe ya Lijneya Giştî ya Meclîsê de, lêgerîna tazî ya li ser Aslan hatibû ferzkirin, anîbû rojeve Meclîsê. Gergerlîoglû di axaftina xwe de wiha gotibû: “Birayê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Aslan li min geriya. Ji min re got, ‘Dema ku birayê min dikeve Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, bi awayekê şikandina rûmetê rastî lêgerîna tazî tê.’”