Çiyayê Agirî tê bombekirin: Eskerên birîndar hene 2021-01-28 12:06:21 AGIRÎ - Hat diyar kirin ku li Çiyayê Agiriyê, operasyona eskerî di roja 6’emîn de bi bombardimanê dewam dike û di şer û pevçûnên rû dan de gelek esker û cerdevan birîn bûne.   Operayona eskerî ya bi navê “Çiyayê Agirî Eren-3” a di 23’yê Çileyê de li Çiyayê Agiriyê dest pê kir, dewam dike. Di operasyona ku hezar û 40 Tîmên Taybet ên Cendirmeyan (JOH), Tîmên Taybet ên Polîsan (POH) û cerdevan, beşdar bûn de, herêm bê navber ji hewa ve tê bombebarankirin. Hat ragihandin ku li herêma operayonê dem bi dem şer û pevçûn rû didin.    Hat îdîakirin ku di şerê pêr rû da de, gelek esker û cerdevan birîndar bûn, esker û cerdevanên hatin kuştin jî, hene. Kêliyên ku eskerên birîndar ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yaşar Eryilmaz a Bazîtê dihatin rakirin, ket ber qeydê kameraya telefonê.    Derbarê şer û pevçûnên li herêmê rû dan de hîna tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.