Li Şirnexê jinan biryara girtina Gokkan şermezar kir 2021-01-28 13:44:37   ŞIRNEX – Aktîvîstên TJA'yê li dijî biryara girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan daxuyanî dan çapemeniyê.    Li Şirnexê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê, xwestin derbarê biryara girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de li ber avahiya rêxistina HDP'ê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan jinan asteng kir û xwestin ku jin çalakiya xwe betal bikin. Lê jinan astengiyên polîsan nas nekir û çalakiya xwe li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Dê bi berxwedana jinan iktidara mêrdewletî têk biçe" hat vekirin.    'TEVGERA JINÊN KURD TÊ HEDEF GIRTIN'   Hevseroka HDP'ê ya Şinexê Sabuha Akdag, daxuyaniya hatibû amadekirin xwendin. Akdag, diyar kir ku bi binçavkirin û girtinan dewletê dijminahiya xwe ya li hemberî jinan îlan kiriye û wiha axivî:" Îktîdara AKP û MHP'ê her roj, bi zagonên nû dijminahiya xwe ya li hemberî jinên kurd zêde dikin. Hikûmet, ji aliyekî ve êrîşên xwe yên li dijî jinan û destkeftiyên wan didomîne, ji aliyek ve jî her roj tevgera jinên kurd hedef digire. Îktîdara heyî bi binçavkirinan, girtinan dixwaze têkoşîna me bide sekinandin. Biryara girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan û girtina aktîvîsta TJA’yê Zeynep Olbecîn xeleka dawî ya qanûna dijminane ya hikûmetê ya li dijî jinan e."    Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana TJA'yê bi dawî bû".