Konê berxwedanê yê polîsan hilweşand careke din hat vedan 2021-01-28 14:56:05   STENBOL - Polîsan konê berxwedanê ya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku 25 rojin li pêş avahiya rektoriyê çalakiyên xwe yên şermezarkirinê yên li dijî rektorê qeyûm didomînin, hilweşandibûn, lê xwendekaran carek din kon vedan.    Çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, yên şermezarkirinê ku li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’î didomînin, ket roja 25’an. Polîsan xwest ku xwendekarên qeyîm Bûlû her tim li pêş avahiya rektoriyê şermezar dikin, asteng bikin û avahiya rektoriyê dorpêç kirin. Ligel vê yekê jî xwendekaran çalakiya xwe domand û hem qeyûm Bûlû hem jî dorpêçkirina avahiya rektoriyê şermezar kirin. Xwendekaran di çalakiyê de, bê navber dirûşmên “Polîs dê biçe em ê bimînin” û “Melîh Bûlû ne rektorê me ye” berz kirin.   KONÊ BERXWEDANÊ HILWEŞANDIN   Polîsan gefa heke xwendekar belav nebin wê konê wan ê berxwedanê ku 20 rojin vedane hilweşînin, li xwendekaran xwarin. Dema xwendekaran çalakiya xwe didomand polîs û Yekeyên Ewlehiyê yên Taybet konê berxwedanê ya xwendekaran hilweşandin. Xwendekaran, diyar kirin ku ew ê li dijî rektorê qeyûm ber xwe bidin û polîs ji qadê derxistin. Piştî ku polîs ji qadê hatin derxistin, xwendekaran careke din konê xwe yê berxwedanê avakirin.