Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin 2021-01-28 15:08:30 AMED - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan piştî ku duh derbarê wê de biryara girtinê hatibû dayîn û hatibû binçavkirin, hat girtin   Duh danişîna doza Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hatibû dîtin û bi angaşta “endam û rêvebriya rêxistinê” biryara girtina wê hatibû dayîn û piştre di saetên êvarê de hatibû binçavkirin. Gokkan a  li Miduriyeta Polîsan dihat girtin, îro sewqî edliyê hat kirin. Gokkan li vê derê derket pêşberî 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Parêzerên Gokkan, Parlamentara HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û 10 kesên temaşevan beşdarî danişînê bûn.    Gokkan di danişînê de parastina xwe kir. Şandeya dadgehê piştî parastinê biryara girtina Gokkan li rûyê wê xwend û şand Girtîgha Sergirtî ya Jinan a Amedê.