HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin 2021-01-28 15:44:36   DERSIM - Hevseroka Rêxistina HDP’a Dersimê Nûrşat Yeşîl bi bîr xist ku greva birçîbûnê li dijî tecrîdê didome û xwest daxwaza girtiyan tavilê were pejirandin.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Dersimê bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin xwest li ber avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan bi hêceta tevdîrên pandemiyê destûr neda daxuyanî li ber avahiyê pêk were. HDP’iyan jî di ketina deriyê avahiya xwe de daxuyanî û pankarta “Bila daxwaz werin pejirandin û greva birçîbûnê bi dawî bibin” vekirin.    ‘DIVÊ EM JIYANÊ BIPARÊZ IN’    Hevseroka Rêxistina HDP’ê Dersimê Nûrşat Yeşîl bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da û got daxuyanî û çalakî ji bo hikumetê serbest in lê belê dengê muxalefetê bi hêceta pandemiyê tê birîn. Yeşîl destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 63’yemîn de didome û wiha got: “Li girtîgehan şert û mercên jiyanê pir xerab bûn. Lê belê pandemiyê rewşa girtîgehan xerabtir kir. Di demên dawî de binçavkirin, girtin û lêgerîna tazî derketiye asta herî jor. Înfaz tên taloqkirin, girtiyên cezayê xwe qedandine nayên berdan û girtina wan dirêj dikin. Mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin. Demek dirêj e li Îmraliyê tecrîd heye û yek ji daxwaza girtiyan ev e ku tecrîd rabe. Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin da ku grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Ji bo li girtîgehan hin bêtir rewş xerabtir nebe divê em jiyanê biparêz in. Ji bo em jiyanê biparêz in jî em dengê xwe li vir bilind dikin.”