Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê 2021-01-28 16:27:25   AMED – Hevşaredarê berê yê Sûrê Seyîd Narîn ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê girtî ye, ragihand ku wê bikeve çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdê daye destpêkirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan 27’ê mijdara 2020’an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan dest pêkirin, di roja 63’emîn de didome. Hevşaredarê berê yê Sûrê Seyîd Narîn ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê girtî ye, bi rêya malbata xwe ragihand ku wê sibê ew jî bikeve çalakiya greva birçîbûnê.