Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire 2021-01-28 17:55:41     ÊLIH - Heyeta KCD, Hevserokên Giştî yên DBP'ê û parlementerên HDP'ê jî di nav de li Êlihê xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî didomînin. Çendî ku polîsan ji bo astengkirina xebatan barîkat danîn pêşiya heyetê jî, heyetê barîkat derbas kirin û xebatên xwe kirin. Heyet, sibê dê li bajêr daxuyaniyeke çapemeniyê bide.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd didomînin. Di nav xebatan de ku îro li Êlihê hat kirin Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, aktivîstên TJA'yê, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlementerên HDP'ê Sezaî Temellî, Mehmet Ruştu Tiryakî, Îmam Taşçier, Dersim Dag, Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê cih girtin.    TÊKOŞÎN DÊ LÎSTIKÊN WAN PÛÇ BIKE    Heyetê îro danê sibehê ewilî serdana Meclîsa DayikêN Aştiyê û MEBYA-DER'ê kirin. Di serdanê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û bal kişand ser rol û rista dîrokî ya têkoşîna Dayikên Aştiyê. Aydenîz, ji Dayikên Aştiyê xwest ku piştgiriya xebatên yekîtiya neteweyî bikin. Aydenîz, diyar kir ku heger dayik hem piştgiriya xebatên ji bo yekîtiyê bikin hem jî piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikin dê lîstikên li ser gelê kurd tên lîstin pûç bibin.    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî anîn ziman ku dê guh li vê bangawaziya ji bo têkoşînê bikin.    YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Parlementerên HDP'î Sezaî Temellî, Ruştu Tiryakî, Îmam Taşçier û Necdet Îpekyuz jî serdana nûnerên partiyên di nav tifaqa kurdî de ne kirin. Di hevdîtina li ber avahiya HDP'a bajêr de Taşçier axivî. Taşçier, di axaftina xwe de bal kişand ser bivênevêbûna yekîtiya neteweyî û bangawaziyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî yên derbarê yekîtiyê de bibîr xistin.    Nûnerên partiyên syasî yên din jî diyar kirin ku dê piştgiriya xebatên ji bo yekîtiya neteweyî bikin.   DORPÊÇÊ ŞIKANDIN    Endamên heyetê piştî van serdanên xwe çûn avahiya HDP'ê ya Êlihê. Piştî eleqeya zêde ya gel, polîsan derdora avahiya partiyê dorpêç kir û nehiştin kes bikeve hundir û derkeve.    Gava endamên heyetê xwestin li navenda bajêr serdana esnafan bikin û ji avahiyê derketin, polîsan li pêşiya wan barîkat danîbûn. Piştî hevdîtina bi rayedarên midûriyeta polîsan re cardin barîkat nehatin rakirin, lê belê heyetê barîkat derbas kirin û li nav bajêr xebatên xwe domandin. Çendî ku polîsan bi megafonê hişyar kir jî endamên heyetê guh li wan nekirin û li Kolana Gulîstan û Kolana Amedê û li Kuçeya Elmayê serdana esnafan kirin û esnaf vexwandin daxuyaniya ku dê sibê li Parka Ataturkê bê lidarxistin.    Gava heyet xebatên xwe didomandin polîsan xardin mudaxileyî wan kir û bi binçavkirinê gef li wan xwarin. Lê belê heyetê guh li van gefxwarinan jî nekir û meşa xwe li ber avahiya bajêr bi dawî kir.    DAXUYANΠ   Heyet, dê sibê bi daxuyaniyeke girseyî ya li Parka Ataturkê xebatên xwe yên li bajêr bi dawî bike.