ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-29 09:00:22 * Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ogûrlû anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşengê jiyana nû ye û got: "Kîjan îqtidar dibe bila bibe, dê nikaribe pêşî li ber jiyana nû bigire. Jiyaneke nû şax vedide, ji bo gelan."  *Dengbêjê navdar ê herêma Botanê Cemalê Mihê yê koça dawî kir, stran, hezkirin û dengê xwe yê xweş li pey xwe hişt. Dengbêj Ehmed Bîlge got divê şûna hunera Cemalê Mihê vala nemîne. Xwişka wî Safiye Ertak jî anî ziman ku birayê wê dengbêjê êş û elemên gelê kurd bû.   *Bavê Servet Aşîkan ê girtî Magrûf Aşîkar, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê, di hemû qadên jiyanê de tê hîskirin û got: “Divê hemû kesên baweriya xwe bi mafê mirovan, demokrasî û hiqûqê tînin, xwedî daxwazên girtiyan derkevin.”   * Wezîrê Edaletê, pêşnûmerpirsa parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran a têkildarî binpêkirinên mafan û pêkanînên tecrîdê yên li girtîgeha bersivand û angaşt kir ku li girtîgehan ‘tecrîd û îzolasyon’ tuneye.   * Vedat Hasass ê 132 rojan di çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda Îmraliyê hatibû destpêkirin de mabû, diyar kir ku ev çalakî ji çalakiyên derbasbûyî cudatire û banga pêşwazîkirina daxwazên girtiyan kir.   * Mirovên ku li taxê Yenîmahalle û Keçîorenê de di şevnişînan de dimînin, anîn ziman ku ji ber ku avahiyên li derdorê bi hinceta "dibin sedema bergehek nexweş" giliyê wan kirine, tê xwestin ku avahiyên wan bên xerakirin. Welatiyan destnîşan kir ku şaredarî jî hew alîkariya wan dike û pirsîn: "Ma pereyê me hebûna, em ê li vê derê bimana?"    * Yûsûf Nakçî yê li girtîgehê gelek caran bi lêferzkirina sîxurtiyê re rûbirû ma li dijî kirinên sîxurtiyê 10 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî de ye.   * Emîne Bînîcî ku ji malbata wê 6 kes di girtîgehê de ne, bang li her kesî kir ku ji çalakiya greva birçîbûnê re bibin deng û peyama "aştî tenê bi azadbûna Ocalan pêkane" da.   *  Li Enqereyê kedkarên înşeatê di sar û seqemê de dixebitin. Karker Sadik Agbaş got: "Em nîvbirçî û nîvtêr in."    * Serokê AKP'ê yê Colemêrgê Emrûllah Gur ku bi îdiayên bertîlstendinê bûbû rojev û paşê îstifa kiribû, dema serok bûye xizm û nasên xwe li saziyên fermî bi cih kiriye.    * Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku ji ber polîtîkayên bêcezatiyê di 4 salên dawî de zêde bûne û got: "JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin."    * Danişina doza kuştina Berkin Elvan ê di bûyerê Gazî de bi guleya polîsan hat kuştin dê li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê ya hefteyî li dar bixe. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê, dê bi tevlîbûna Parlamenterê Antalya Kemal Balbal  li ser çalakiyen girtiyan û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan panelê pêk bîne. (12.30)    * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê rapora binpêkirina mafên penaberan a 2020'an li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê eşkere bike. (13.00)   * Karkerên depoya Mîgros ku ji bo mafê xwe li ber xwe didin, dê pêş Midûriyeta Giştî ya Anadolu Grup a Umraniyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Rêxistinên demokratîk û sivîl bi boneya tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dê li avahiya HDP'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Nûnerên KCD, TJA, DBP û HDP’ê dê ji bo fînala xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd li Parka Ataturkê ya Êlihê bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê ya  Îzmirê dê li dijî polîtîkaya zext û dîlgirtinê li Îstasyona Îzban a Karşıyaka  daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (16.30)