Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye 2021-01-29 09:08:57 ENQERE – Wezîrê Edaletê, pêşnûmerpirsa parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran a têkildarî binpêkirinên mafan û pêkanînên tecrîdê yên li girtîgeha bersivand û angaşt kir ku li girtîgehan ‘tecrîd û îzolasyon’ tuneye.  Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, têkildarî binpêkirinên mafan û pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan, bi daxwaza ku wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne, pêşnûmepirsekê dabû Serokatiya Meclisê. Wezîr Abdulhamît Gul, pêşnûmepirsa Başaran bersivand û li gel ku li dijî binpêkirinên mafan û pêkanînên tecrîdê li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin jî angaşt kir ku li girtîgehan ‘tecrîd û îzolasyon’ tuneye.    TECRÎDA BÊ NAVBER A LI ÎMRALIYÊ    Parlamenter Ayşe Acar Başaran, têkildarî bersiva Gul ji Ajansa Mezotopotamyayê (MA) re axivî û bersiva Gul weke bêcidiyet nirxand. Başaran, diyar kir ku demeke dirêj e ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û rapora Komîteya Pêşgirtina li Îşkenceya ya Ewropayê (CPT) ya têkildarî tecrîdê bi bîr xist û wiha got: “Astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan ên bi Birêz Ocalan û girtiyên cem wî re tecrîd nîne çî ye? Divê bê pirsîn ku Wezîrê Edaletê tecrîdê çawa pênase dike. Lewre dûrxistina mirovan a ki civak û jiyanê tecrîd e û ev pir aşkera tê pêkanîn. Her carê hincetek tê nîşandan, lê 22 sal in bênavber ev tecrîd tê domandin.”   GIRTÎGEH BÛNE QAMPÊN BERHEVKIRINÊ   Başaran, destnîşan kir ku bi hincetên polîtîk bi vîna siyasî hevdîtin tên astengkirin û girtîgeh yek bi yek veguheriyane qampên berhevkirinê û ev tişt anî ziman: “Pêkanînên mîna dema 1980’yê yên li Girtîgeha Amedê mijara gotinê ne. Pergala leşkerî, di hevdîtinên telefonê de tekmîl û jimartina li ser piya li girtiyan tên ferzkirin. Lê Wezîrê Edaletê weke ku qet tiştek li girtîgehan tunebe tevdigere. Lê bi gotina tuneye tişt tune nabin. Pergaleke ku hemû dinya şahidiya wê dikin li Îmraliyê tê pêkanîn. Ev pergal îro li tevahiya girtîgehan berbelav bûye. Ew jî baş dizanin ku tecrîd heye û bêhiqûqî ye. Ev bersiv jî bersiva rewşa rezîl a têde ne.”   MA / Dîren Yûrtsever