Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire 2021-01-29 09:08:58 STENBOL – Vedat Hasass ê 132 rojan di çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîda Îmraliyê hatibû destpêkirin de mabû, diyar kir ku ev çalakî ji çalakiyên derbasbûyî cudatire û banga pêşwazîkirina daxwazên girtiyan kir.  Çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdebûn hat destpkirin, dewam dike. Xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê jî her roja diçe zêdetir dibe. Vedat Hasass ê ku 132 rojan di çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê hatibû destpêkirin û 200 rojan dewam kiribû de mabû, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û daxwazên girtiyan axivî.    Hasass, diyar kir ku bi tecrîdê re civak dibin zextan hatiye hiştin û li dijî vê bêçareseriyê, girtiyan îro dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.   Hasass, li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5 a Sîlîvrî tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya 200 rojan dibe û di roja 120’emîn a çalakiya xwe de tê berdan. Hasass li derve de jî, li mala xwe ya li Başakşehîrê çalakiya xwe dewam dike. Hasass ê bi giştî 132 rojan di çalakiya greva birçîbûnê de dimîne, wiha qala çalakiya gireva birçîbûnê dike: “Ji bo greva birçûbûnê, pêwîstî bi berxwedanek mezin heye. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bi dawî kirina tecrîdê hatiye destpêkirin, daxwazeke ji bo pêşerojê ye. Ev daxwaz rêya ber bi aştiyê ve diçeye.”    ‘DÎLGIRTINA GELEKÊ’   Hasass, anî ziman ku divê her kes xwedî çalakiyên geva birçîbûnê derkevin û wiha bilêv kir: “Dîlgirtina Ocalan, tê wateya dîlgirtina gelekê. Em jî ji bo vê yekê ketin greva birçîbûnê. Ji ber ku zanebûneke peywira me ya mirovî hebû. Hemû çalakiyên ji bo Ocalan tên li dar xistin, di rastiyê de ji bo tevahiya civakê ne. Ev demek dirêje, pêkanînên dij hiqûqî hene.”   DAYIK BÛN HÊZ   Hasass, dest nîşan kir ku di girtîgehan de, ketina greva birçîbûnê rîskeke mezin bi xwe re tîne û wiha dewam kir: “Piştevanî, keyfxweşiyek mezin dide girtiyan. Di pêvajoya çalakiyên greva birçîbûnê de, dayikan çalakiyên nav û deng li dar xistin. Wê demê Çalakiya dayikan, hêzek mezin dida me. Armanceke me hebû. Her roja diçû, em hîn zêdetir nêzî vê armanca xwe dibûn. Me ev yek hîs dikir. Vê hîsê coş û keyfxweşiyek mezin dida me.”    ‘CIVAK JÎ DI ŞEXSÊ OCALAN DE DIBIN ZEXTAN DE YE’   Têkildarî bandora tecrîdê ya li ser civakê jî Hasass, ev nirxandin kir: “Di şexsê Ocalan de, civak jî dibin zextek mezin de ye. Girtî jî li dijî vê yekê erka xwe ya mirovî bi cih tînin. Heya ku tecrîd bi dawî bibe wê vê çalakiya xwe dewam bikin. Ji bo ku zextên li ser civakê bi dawî bibin, divê berî her tiştî tecrîd rabe û girtî di ferqa vê yekê dene.”    ‘JI ÇALAKIYÊN BERÊ CUDATIRE’   Hasass, ji bo pêşwazîkirina daxwazên girtiyan banga hestiyariyê kir û wiha bi dawî kir: “Çalakiya di vê pêvajoyê de, ji çalakiyên derbasbûyî cudatire. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Ji bo ku rewşeke neyînî rû nede, lazime ku rayedar bikevin nav tevgerê.”    MA / Nacî Kaya - Rojîn Altay