Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin 2021-01-29 09:30:34   MÊRDÎN – Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, di civîna ewil a sala 2021'ê de beramberî deynên bacê mizgeftek û dibistanek navçeya Artûklûyê firot. Her wiha qeyûm trafoyê ceryanê yê şaredariyê jî dewrî DEDAŞ'ê kir.  Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxa 2019'an de cara dudoyan qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû. Piştî qeyûmê berê Mûstafa Yaman, Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş tayinî şaredariyê kirinû.    Qeyûm Demîrtaş, di civîna xwe ya ewil a sala 2021'ê de gelek biryar girtine. Ji ber deynên ku qeyûm xistine stuyê şaredariyê hin biryar hatine girtin.    TRAFOYÊ ŞAREDARIYÊ DEWRÎ DEDAŞÊ KIR    Yek ji biryarên hatine girtin jî derbarê trafoyê ceryanê yê şaredariyê de ye. Qeyûm trafoyê ceryanê yê şaredariyê dewrî DÎCLE EDAŞ'ê kir. Trafoyê şaredariyê 1600 kva bû û bi 218 hezar û 423 TL û 48 qurîşan dewrî DEDAŞ'ê hatiye kirin.    DIBISTAN Û MIZGEFT FIROTIN    Her wiha qeyûm Mizgefta Sadik Bey a li Taxa Diyarbakirkapi ya navçeya Artûklû û Dibistana Seretayî ya Kocatepe ya li Taxa Saraçoglû ya navçeya Artûklûyê jî firotiye.    Nehatiye diyarkirin ku bê mizgeft û dibistan bi çi qasî hatine firotin.    MA / Ahmet Kanbal