Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan 2021-01-29 14:04:23 ÊLIH - Hevserok  û Nûnerên KCD, TJA, DBP û HDP'ê ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd meşiyan. Polîsan mudaxale kir, lê girsê dîsa meşa xwe berdewam kir.   Hevserok û nûnerên KCD, TJA, DBP û HDP’ê, ji bo fînala xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd li Parka Ataturkê ya Êlihê bi girseyî meş li dar xist. Girsê xwest li Parka Ataturkê daxuyaniyê bidin. Lê beriya daxuyaniyê polîsan hemû ketin û derketina parkê girtin û park dorpêç kirin. Polîsan bi hesinan dora parkê dorpêç kir. Girseya ku Hevserokên KCD'ê Berdan Ozturk, Aktîvîstên TJA, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir û parlamenterên HDP'ê jî di navde bûn xwestin daxuyaniyê bidin, lê polîsan ew asteng kirin. Piştî polisan destûr nedan ku girse li Parkê daxuyaniyê bide, girsê bi dirûşme, çepikan ber bi avahiya Rêxistina HDP'ê ya Êlihê ve meşiyan. Polîsan her çend mudaxale kir jî girsê meşa xwe berdewam kir. Meşa girsê û mudaxaleya polîsan didome.