Li Dersimê rêya du hereman hat girtin 2021-01-29 16:18:52   DERSIM - Li Dersimê ji ber barîna berfa zêde, rêya du hereman hat girtin.   Li Dersimê ji ber barîna berfa zêde, rêya du hereman ji çûnehatê re hat girtin. Derbarê mijarê de Walitiya Dersimê daxuyaniyeke wiha da: “Ji ber barîna berfa zêde Pira Mûtlû ya di nav sînorên Erzinganê û rêya navenda navçeya Pilemuriye, Xozat û reya kîlometreyên 26 û 59’ê ya navçeyên Pulurê heta agahiyeke duyemîn ji hatin û çûyîna trafîkê re hatin girtin.”