Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm 2021-01-29 17:47:26     WAN - Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr ku di Girtîgeha Wanê de ye, diyar kir ku ji ber xwarinê jehrî bûye û niha rewşa wî baş e.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Cemîl Ûgûr ku di Girtîgeha Wanê de ye ji ber xwaarinê jehrî bûye. Ûgûr bi rêya parêzerê xwe re ragihand: "Roja çarşemê durûma mirîşkan dan me. Min û hevalên xwe me ji gardiyanan re got durûm xerabe ye. Lê gotin 'tişt nabe.' Dû re ez jehrî bûm. Min rakirin revîra girtîgehê, serûm li min xitin. Niha rewşa min baş e."    Ûgûr, di 9'ê Cotmehê de ji ber nûçeyên xwe yên derbarê Osman Şîban û Servet Tûrgûtê ku di 11'ê Îlona 2020'an de li Şax a Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin tevî rojnamevan Adnan Bîlen, Nazan Sala û Şehrîban Abî hatibû girtin.