Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736 2021-01-29 19:55:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 131 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 6 hezar û 912 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 25 hezar û 736.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 131 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar û 912 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 25 hezar û 736 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 464 hezar û 30.