Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe 2021-01-30 09:15:33   AMED - Mehmet Çoreşoglû ku li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F tevli greva birçîbûnê bûye, anî ziman ku heya ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neyê rakirin dê çalakiya wan dewam bike.    Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di 27'ê Mijdara 2020'an de hatiye destpêkirin û niha li 107 girtîgehan dewam dike.    Girtî Mehmet Çoreşoglû ku di dema qedexeya derketina derve de li navçeya Sûrê asê mabû, di 2'yê Adara 2016'an de hatibû girtin û 6 sal in di Girtîgeha Bolû ya Tşpa F'yê de ye. Çoreşoglû ku cezayê muebeda giran û 13 sal ceza lê hatiye birîn, di sala 2018'an de daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûbû ku bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê kiribû. Çoreşoglû, nêzî 3 meh û nîvan di grevê de mabû û ji ber vê rodiyên wî nerihet bûbûn û çavên wî xera bûbûn.    HEYA TECRÎD BI DAWÎ NEBE    Çoreşoglû,  di 22'yê Çileyê de bi telefonê bi dêya xwe Kiymet Çoreşoglû,  re axifiye. Çoreşoglû , bi rêya dêya xwe peyamek ji raya giştî re şandiye.    Çoreşoglû, di peyama xwe de gotiye: "Heya ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan dewam bike, dê çalakiya wan a greva birçîbûnê jî dewam bike. Gava tecrîda li ser Ocalan bê rakirin dê binpkirinên mafan ên li girtîgehan jî bi dawî bibin. Gava tecrîd bi temamî bê rakirin dê grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin."    BANGAWAZΠ   Dayik Çoreşoglû jî bang li hemû saziyan kir û got: "Em dixwazin ku gelê me, sazî û komele bi hev re li ber vê tecrîdê û zilma li girtîgehan rabin. Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û hevdîtin pêk bên. Heger tecrîd ranebe dê grevên dorveger veguherin ên bêdorveger. Gava tecrîd rabe dê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Heya ku em sax bin em ê li cem girtiyên xwe bibin û bitêkoşin. Divê her kes ji bo vê tevbigere."  etti.