Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê 2021-01-30 09:18:42 COLEMÊRG - Qeyûmê Şaredariya Colemêrgê, gelek cerdevan girtine kar û wan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê.    Wezareta Karên Navxweyî di 18'ê Cotmeha 2019'an de cara dudoyan qeyûm tayinî Şaredariya Colemêrgê kiribû. Lê piştî qeyûm hatibû tayinkirin li şaredariyê gelek nelirêtî hatibûn kirin. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Meclîsa Şaredariya Colemêrgê, par di meha Mijdarê de nelirêtiyên ku qeyûm kiribûn yeko yeko aşkere kiribûn. Endamên meclîsê, bi raya giştî re parve kiribûn ku di dema qeyûm de 50 milyon TL nelirêtî hatiye kirin û ser girtina birayê serokê AKP'î yê bajêr ê berê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, hatiye nixumandin. Her wiha endaman lîsteya xizmên AKP'iyên ku li şaredariyê hatibûn bicihkirin jî bi raya giştî re parve kiribûn.    CERDEVAN KIRINE AJOVAN!    Ji xeynî agahiyên ku endamên HDP'î yên meclîsa şaredariyê bi raya giştî re parve kirine, hat hînbûn ku qeyûm zêdetirî 20 cerdevan jî li şaredariyê bicihkirine û ev cerdevan niha ajovanên mînbusên şaredariyê dikin.    Hat destnîşankirin ku di dema her du qeyûman de jî gelek kesên bi vî rengî li şaredariyê hatine bicihkirin, lê belê nehat zanîn bê ka ji kaseya şaredariyê pereyan didin cerdevanan an na.