Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin 2021-01-30 10:56:29   AMED - Parêzerên Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, anîn ziman ku muvekkîla wê bê sedem û hincet girtine û sedema vê yekê dîlgirtina Ayşe ye.    Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, di 28'ê Çile de bi biryara 9’emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdeaya “Rêveberiya Rêxistinê ye" hat girtin û şandin Girtigeha Jinan a Amedê. Bertek û nerazibûnên rêxistinên Jinan en li dijî girtina Ayşe didomin. Parêzera Ayşe Gokkan Lutfiye Berfin Gokkan, têkildarî girtina Ayşe axivî. Parêzer Lutfîye Berfîn Gokkan, anî ziman ku dadgehê bi şik û îdeaya 'dê sucê bi hêz, reşkirina delîlan, xerakirina pergala cemaweriyê peş bixe' biryara girtinê dane û wiha got: "Muwekîla min Ayşe çi çara ku dadgehê bang li wê kiriye, li dadgehê amade bûye. Li gel vê yekê dîsa ev biryar girtine. 2 meh berê danişîna vê dosyayê hat dîtin. Li vir biryar nehat girtin ku Ayşe di danişînê de amade bibe. Me ev yek bi israr ji dadgehê re got. Dadgehê ji bo parastina dawî dawetiye dernexistibû. Me ev hincet qebûl nekir. 18 car in danişîna vê dozê tê dîtin. Ji 18 danişînan tenê di 10 danişînan de şahidên nepen hatin guhdarkirin. Ji 8 rûniştinên dozê tenê 3 rûniştin ji muwekila me Ayşe ve veqedandin. Di van rûniştinan de muvekkila me parastin kir. Di vê dostayê de şahidê nepen delîl nişan dan. Ji xeynî şahidê nepen delil tune bû."    PARASTINA 'EZ NAREVIM Û EZ Ê NEREVIM' KIR   Prz. Berfîn Gokkan, destnîşan kir ku yek ji delilê sucdariya hat kirin jî delîlên dosya ku di sala 2017'an de ji ber wê hatibû girtin e û wiha lê zêde kir: "Hewce nedikir dîsa delîlan kom bike. Di danişîna navberê ya dawî de xwestin hesabê medya civakî ya muwekila min bê lêkolînkirin. Ji xwe di sala 2017’an de ev lêkolîn hatibû kirin. Daxuyaniyên şahidên nepen esas hatiye girtin. Ji sala 1991'an heta niha lêpirsîna rêwitiyê di dosyayê de heye. Nehatina Ayşe kirin hincet. Lê dîsa girtin. Serokê dadgehê du pirsên me ne bersivandin. Tenê der barê dosya dawî ya muwekilê me de bersîv da. Dosya 2 meh berê kiribûn yek dê bihata guhdarkirin. Lê ger ku li dosyayê guhdar bikin jî diê muwekila me li wir amade be. Ayşe Gokkan di danişînê de bi taybetî got 'Ez nereviya me, Ez narevim û ezê nerevim."     Parêzer Berfîn Gokkan, da zanîn ku ji sala 2016'an hetanihali dijî jinên siyasetmedar û aktîvîstên jin tacîza darazê heye û wiha got: Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropa, di rapora der barê Tirkiyeyê de bi taybetî bal kişand ser tacîza darazê."    'ARMANC DIKIN DÎL BIGIRIN'    Prz. Gokkan, anî ziman ku heyeda dadgehê der barê girtina Ayşe Gokkan de hincet nişan nedaye û ev nîşan dide ku armanca vê girtinê dîlgirtina muwekîla wê ye û wiha bi dawî kir: "Hinceta girtinê nîşan nedaye. Ev tê wateya ku armanc dikin ku muwekila min dîl bigirin. Ji xwe nû heyeta dadgehê hatiye guhertin. Me çend caran xwest ev dosya ji nûve bê lêkolînkirin. Me li ser vî esasî parastin kir. Me dîyar kir ku Ayşe parazvana mafê jinan û mafên mirovan e. Me diyar kir ku ji bo parastina mafan têdikoşe. Me li dijî biryara 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li 10'emîn dadgehê îtîraz kir. Lê îtîraza me red kirin. Her tim muwekila me ji dosyeyê tê binçavkirin û tê berdan. 10 roj şûnde dîsa tê binçavkirin û berdan. Nêzî 3 salin jiyana wê felç bûye. Li gel vê yekê neçû tu deran. Em kesên wekî hiquqnas, emê têkoşîna hiqûqê bidomînin."