Li Êlihê 3 welatî hatin berdan 2021-01-30 14:52:46   ÊLIH - KCD, TJA, DBP û HDP’ê duh li Êlihê meşeke girseyî li dar xistibûn û polîsan 26 welatî binçav kiribûn. Ji van welatiyan 3 jê hatin berdan.   Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya yekitiya neteweyî ya kurd de demeke li bajarên heremê bi gel re tên gel hev. Şandeyê xebata xwe ya ji bo vê yekê ya li Êlihê, duh bi meşeke girseyî temam kir. Polîsan mudaxaleyî girseyê kiribûn û 6 jê zarok bi giştî 26 welatî binçav kiribûn. Ji welatiyên hatibûn binçavkirin Besna Turkmen, Kezban Kûday û Hasan Erdem ê astengdarê zihnî piştî ku polîsan îfadeyên wan girtin, ew berdan. Taybet Tatli, Seyhan Erener, Abdî Onûr Çakir, Berfîn Can, Halîde Keser, Bermal Can, Leyla Bayram, Veysî Saritak, Aycan Dayanan, Mehmet Acar, Şiyar Koç, Emîne Kaya, Sûzan Aşkin, Gulistan Yilmaz, Ferhat Kalkan, Diyar Acar, Zekeriya Aşkin, Delîl Urek, Sezgîn Yavûz, Nûran Acar û 3 kesên navên wan nehatin zanîn jî hê di bin çavan de ne.