Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand 2021-01-30 15:17:32   AMED - Zaroka 12 salî ku aciz bû û malbata wê ew rakir nexweşxaneyê, pitik welidand. Birayê wê yê dest dirêjî wê kiribû hat girtin.   Li Amedê zaroka 12 salî ku kekê wê dest dirêjî wê kiribû, li nexweşxaneya ku beriya sê rojan wê rakiribûnê pitik welidand. Hat diyarkirin ku pitik li beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Dozger derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. Kekê zarokê yê bi awayekî gumanbar mînaka DNA’ya wî hat girtin, derket holê ku bavê pitika zarokê ye. Li ser vê yekê kekê zarokê hat girtin û ew şandin girtîgehê.   Hat ragihandin ku wê zarok û pitika wê radestî Saziya Stirandina Zarokan bên kirin.