Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin 2021-01-30 15:54:19   ÎZMÎR – Endamên ÎHD’ê, ji ber temen û nexweşiyên wî daxwaz kirin ku Serokê ESP’a Îzmîrê Kerîm Altinmakas bê berdan.   Endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a  Îzmîrê, têkildarî Serokê ESP’a Îzmîrê Kerîm ku di 14’ê çileyê de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, daxuyanî da. Di daxuyaniya ku li avahiya komeleyê hat dayîn de rewşa tenduristiyê ya Altinmakas hat vegotin.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleyê Ahmet Çîçek, diyar kir ku gelek nexweşiyên Altinmakas hene û wiha got: “nexweşiyên kolestrol, astim û bronşîtê yên Altinmakas hene û rehên dilê wî xitimandî ne. 15 sal in tansiyona wî heye û ji ber kêmbûna avê ya di çokan wî de di rûnişt û rabûna xwe de zehmetî dikişîne.  Ji bo tedawiya çokên xwe neçar e salê 2 derziyan li xwe bixe.”   Di dawiya axaftina xwe de Çîçek xwest ku temen û nexweşiyên Altinmakas li ber çavan bên girtin û bê berdan.