ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-31 09:00:03   * Girtiyê nexweş Siddik Gulerê 81 salî ku 26 sal in girtiye û cezayê muebedê lê hatiye birîn, êdî nikare biaxife.    * Qesra Îshaq Paşa ku piştî berf bariya û xwe lê girt, veguheriye dîmeneke hîn xweşiktir. Çendî ku texrîb bûbe jî hîn jî wê ezametiya xwe dide der.    * Sarya Ozbay ku birayê wê Fîrazpîr Ozbay 3 sal in di Girtîgeha Nevşehîr a Tîpa E'yê de bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, anî ziman ku ji ber tahdeyê derûniya birayê wê xirab bûye.    * Çalakiya karkerên depoyên Mîgrosê didome. Karker ji ber ku endamên sendîkayê ne, destûra bêheq ji bo wan hatibû dayîn. Karkeran bang kir: "Dengê me bibihîsin. Bibin dengê me."    * Parlementera HDP'î Dîlan Dîrayet Taşdemîr, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan xwe li tevahiya civaka Tirkiyeyê lefandiye û heya ev tecrîd ranebe dê pirsgirêkên welêt çareser nebin.    * Nûnerên rêxistinên demokratîk ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bang li kesên xwedîwijdan kirin û xwestin bibin dengê girtiyan.    * AYM'ê derbarê doza Sîbel Çapraz a DBP'yî de biryara binpêkirinê da. Çapraz, di dema qedexeyên derketina derve de birîndar bûbû û gava tedawî dibû hatibû girtin.