3 sal in tenê di hucreyê de ye 2021-01-31 09:08:13   AGIRÎ - Sarya Ozbay ku birayê wê Fîrazpîr Ozbay 3 sal in di Girtîgeha Nevşehîr a Tîpa E'yê de bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, anî ziman ku ji ber tahdeyê derûniya birayê wê xirab bûye.    Xwendekarê zanîngehê Fîrazpîrê 25 salî 3 sal in di Girtîgeha Nevşehîr a Tîpa E'yê de bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Ozbay, di sala 2016'an de tevî rêvebirên HDP'a Spartayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û di sala 2018'an de jî 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Ozbay, demekê di Girtîgeha Panos a Agiriyê ya Tîpa L'yê de maye û di 4'ê Kanûna 2017'an de jî sewqî Girtîgeha Nevşehîrê hatiye kirin. Lê belê bi hinceta ku qawîşa siyasî" tune ye wî xistine hucreyeke yek kesî. Malbatê herî dawî di Sibata 2020'an de çûye girtîgehê. Malbatê ragihand ku di warê derûnî de tahde li kurê wan tê kirin. Xwişka wî Sarya Ozbay, bal kişand ser tahdeya ku li birayê wê tê kirin.    TAHDEYA DERÛNΠ   Ozbay, anî ziman ku gava birayê wê di Girtîgeha Panosê de bûye moralê wî baş bûye. Ozbay, diyar kir ku lê piştî li girtîgehê boriya gazê teqiyaye birayê wê sirgûn kirine û got: "Lê belê beriya teqîna gazê wî sirgûn kiribûn. Lê girtîgehê ev kiriye hincet. Ji ber ku li Nevşehîrê qawîşa girtiyên siyasî tune ye wî xistine hucreyekê. Gelek caran bi nivîskî pirsgirêkên li wir ragihandin. Di warê derûnî de tahde lê tê kirin û jê re gotine 'terorîst î' lê jopan lêxistine. Gava diaxife an jî distrê jê re dibêjin' gere neaxifî'. An jî gefan lê dixwin ku dê nikaribe derkeve hewşê."    ‘EV DER NE AGIRÎ YE'    Ozbay, anî ziman ku bi mehan kinc nedane birayê wî û di dema hevdîtinê de cendrimeyan zêde tahde li wan kiriye. Ozbay got: "Gava em çûn, cendirmeyan berê çekan dan me. Her cara ku em diçin em nêzîkatiyên xirab re rû bi rû dimînin. Piştî serdêr giş derdiketin me dibirin cihê hevdîtinê. Gava li Agiriyê bû û em diçûn hevdîtinê me hev du hemêz dikir. Lê gava li Nevşehîrê min ew hemêz kir, ji min re got 'Ev der ne Agirî ye.' Ev yek da der ku bê tahdeyek çawa tê kirin."    Ozbay, destnîşan kir ku herî dawî birayê wê di telefonê de gotiye ên girtîgehê tif dikin navxwarinê. Ozbay, bilêv kir ku ji bo ku tahdeya derûnî zêde nebe û gef lê neyên xwarin ev yek bi raya giştî re parve nekiriye, lê belê di nameya xwe ya dawî de gotiye: "Êdî bêzar bûm." Ozbay, da zanîn ku birayê wê êdî diçe cem derûnas, lê belê derûnas henekê xwe pê dike.    BANGAWAZΠ   Ozbay, destnîşan kir ku gelek caran ji bo sewqkirinê serlêdan kirine lê belê tiştek nehatiye kirin û got: "Ji birayê min re dibêjin 'me daxwaznameya te wergirt, lê ma çavê te lê ye em ê te bişînin.' Berê her cara ku telefon dikir digot, ji bo sewqî ez ku derê binivîsim. Lê ji nişkave êdî hew doz kir. Ez dibêjim di binî vê de tiştek heye. Ev ne tiştekî normal e." Ozbay, ji ber tahdeya li birayê wê tê kirin bang li raya giştî kir.