Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin 2021-01-31 09:09:52   KOCAELÎ - Çalakiya karkerên depoyên Mîgrosê didome. Karker ji ber ku endamên sendîkayê ne, destûra bêheq ji bo wan hatibû dayîn. Karkeran bang kir: "Dengê me bibihîsin. Bibin dengê me."    Li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê karkerên depoya Mîgros, ji ber ku li hemberî şewba Covîd-19'ê tevdîr nedihatin girtin û di şertê zor û zehmet de dixebitin bûbûn endamên sendîkaya DGD-SEN'ê. Lê ji ber ku bûbûn endamê sendîkayê destûra bêheq ji bo wan hatibû dayîn. Karker jî ji bo ku vegerin ser karê xwe dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya karkeran di roja 26'an de ye.    ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ GIRAN BÛN    Karker Cafer Laçîn, diyar kir ku 4 sal in dixebite, lê belê di dema şewbê de şert û mercên kar giran bûne û ji ber vê 180 karkerên nû hatine girtin û yê wan jî destûra bêheq dane wan.    ‘HEQDESTA MIRINÊ'    Laçîn got: "Ne 24 rojan, 124 rojan be jî em ê li ber xwe bidin. Pergalek heye, me mehkûmî hezar û 400 lîreyî kiriye. Ev heqdesta mirinê ye. Me nikaribû bi 2 hezar û 800 lîreyî debara xwe bikira. Lê niha nîviyê wê didin me. Bi hezar û 400 lîreyî em bi mirinê re rû bi rû hiştin. Em karker piraniya Tirkiyeyê ne. Heger em bi yek bin em ê pir bihêz bin. Em ê bi yekîtiyê bi ser bikevin. Em çalakiya qasegirtinê ya Mîgrosê dikin. Em dixwazin welatî jî vê yekê bikin. Bila aliyê me bikin."    Karker Gulhan Albayra jî anî ziman ku 3 salan de di depoyê de xebitiye û got: "Lê piştî şewb belav bû dema xebatê zêde kirin. Tam 10 mehan me û malbata xwe xweşikî bi hev re ne taştê ne jî şîv xwar. Di 10 mehan de têkiliya me ya malbatî nema. Gava di dema qedexeyê de mirovan zûzûka refên marketê vala dikirin, me jî zûzûka ew tije dikirin. Bi xwêdana eniya me ciroya xwe zêde kir."   ‘DENGÊ ME BIBIHÎSIN'    Albayrak, anî ziman ku ji xeynî karkeran kes wan fêm nake û got: "Bila dengê me bibihîsin. Bila bibin dengê me. Rewşa me ya aborî nebaş e. Me mehkûmî hezar û 400 lîreyî kirine. Em jî li dijî vê li ber xwe didin."    Karker Tayfûn Guneş jî anî ziman ku 7 salan xebitiye û ji bo mafên xwe bûye endamê sendîkayê û got: "Qanûna ku rê li ber destûra bêheq vekir, ji bo kardêran bû ço. Di dema şewbê de marketên mezin serwet li serweta xwe zêde kirin. Yek ji van jî Mîgros e. Qezenca salekê di mehekê de bi dest xist. Çavê me ne li vê ye, lê çima çav berdana 3 qurîşên me?"   ‘BOYKOT BIKIN'    Guneş, anî ziman ku di van şert û mercên zehmet de li ber xwe didin û got: "Kesê li ber xwe nede bi ser nakeve. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Heya em mafê xw ebi dest nexin, tenê rêyek heye ew jî cenazeyê me. Gava welatî diçin marketê bergehek muezem heye. Lê paşperdeya wê ne wisa ye. Ji ber ku em bi vê dizanin, em ji welatiyan dixwazin ku Mîgrosê boykot bikin."    MA / Kadîr Guney