Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin 2021-01-31 12:39:51   EDENE - 2'emin Serokê TTB'ê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten, bêyî hincet nîşan bidin ji peyvira wî ya Klînika Cerahiya Mejî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bajar a Edeneyê girtin.    Rayedarên Nexweşnaxeya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bajar a Edeneyê, bêyî sedem nîşan bidin, erk û peyvira 2'emin Serokê TTB'ê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten a Klînika Cerahiya Mejî jê girtin. Okten, têkildarî mijarê daxuyanî da û got: "Bêyî sedem û hincetê nîşan bidin peyvira min a Klînika Cerahiya Mejî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bajar a Edeneyê ji destê min girtine. Klînîka me herî zêde nexweş tedawî dikirin. Ew qas sal in em kedê didin. Divê bersîva vê yekê ne wisa bûya. Li ruxmê her tiştî ezê ji bo hekîmtiyek bêtir zanist, demokratîk û çawanî têbikoşim."