40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin 2021-01-31 15:17:06   NAVENDA NÛÇEYAN - 40 saziyên civaka sivîl bi daxuyaniyeke hevpar, destnîşan kir ku pêdivî bi berxwedana hevpar a hemû rêxistinên civakî, demokratîk û azadîxwaz heye ku li dijî êrîşên derve gelên Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.    40 sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî gef û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şengal û herêma Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke hevpar dan. Rêxistinan di daxuyaniya xwe de bangli hemû sazî û rêxistinên civakî, hêzên bi azadî û demokrasiyê bawer in û tevahî gelên cîhanê kir û xwest li berxwedana gel a li Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî derkevin. Rêxistinan xwest rê li pêş metirsiyên qirkirin û tunekirina gelên herêmê bigirin.     Daxuyaniya hevpar a 40 rêxistinên civakî wiha ye: "Wekî tê zanîn şerê ku herêm tê re derbas dibe bû sedema êş û azaran ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şerekî giran rû da. Di encama wê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran şênî koçber bûn. Li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi armanca guhertina demografîk û qirkirina plankirî ya çand, dîrok û cihên pîroz di herêmê de rojane bûyerên revandin, tecawiz û kuştinê pêk tên. Gelê me yê êzidî li Şengalê di sedsala 21`emîn de rastî jenosîdê hat, bi hezaran jin hatin firotin û hîna jî çarenûsa bi sedan jinan ne diyar e. Li herêmên Suryan û Asûran jî ku hatin hedefgirtin, bi dehan gund hatin valakirin.    Gelên herêmê ji bo parastina xwe û tevahiya cîhanê, her wiha ji bo parastina nirxên azadî, demokrasî, wekhevî û adaletê, bi pêşengiya jin û ciwanan şerekî birûmet meşand û bi rêya modela Rêveberiya Xweser hemû pêkhate bi çand, ol û baweriyên cuda karibûn bibin mînakek ji bo tevahiya gelên azadîxwaz û şoreşger.   Îro careke din gefên dewleta Tirk li dijî Şengal û heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Heta dawiyê ji bo parastina nirxên mirovahiyê bi pêşengiya jin û ciwanan em ê têkoşîna xwe li beramberî dagirkerî, faşîzm û mêtingeriyê bilind bikin.”   Saziyên ku daxuyanî dan wiha ne:     Konfederasyona  Gaziyên şer, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên ciwan, Kongreya Îslama Demokratîk, Zanîngeha Rojava, Hêzên Parastina Cewherî-HPC, Hêzên Parastina Cehwerî-jin(HPC-JIN) Tevgera Çand û Hunerê TEV-ÇAND, Tevgera Kevana Zêrîn, Hevya Sor a Kurd, Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Rêxistina Sara, Waqfa Jina Azad a Sûriyê, Komeleya Meya, Jinwar, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, Yekîtiya Ragihandina Azad, Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Suriyê, Yekîtiya Kedkaran, Yekîtiya Bijîşkan aHerêma Cizîrê, Yekîtiya Endezyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Esnafan-Herêma Cizîrê, Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya OteyênBazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Peymankaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Odeyên Pîşesazan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Dermanxaneyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Ajokaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Rewşenbiran a Cizîrê, Înîsiyatifa Parastin a Hiqûqî, Mala Êzidîyan, Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê, Yekitiya Endezyaran a Cizîrê, Rêxistinên Civaka Sivîl-Reqayê, Rêxistinên Civaka Sivîl a Minbic û Gundewarên wê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Tevna Alîkariya Jinên Êzidî û Rêxistina Zarokên Şengalê ya Mirovî.