Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan 2021-01-31 20:09:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Ezazê  ya dikeve bakurê bajarê Helebê û li qezaya Babê yên Sûriyeyê du teqînên mezin rû da. Li gorî agahiyan, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.    Li navenda bajarê Ezazê ku dikeve bakurê bajarê  Helebê û bakurê rojhilatê Efrînê û qezaya Babê yên Sûriyeyê, du teqînên mezin rû dan. Li gorî agahiyan, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn. Ji ber teqînan zirarke mezin gehişt avahî û wesayîtên derdorê.       Hat destnîşan kirin ku teqîna li Babê, li dijî nuqteya kontrolê ya Tugaya Hamzat a ji komên paramîlîter ên girêdayê Tirkiyeyê pêk tê, hatiye lidarxistin.