ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN 2021-02-01 09:00:40 * Dayika girtî Îlyas Arat ê li dijî tecrîdê cara duyemîne dikeve greva birçîbûnê Azîze Arat, ji bo xwedî derketin girtiyan banga çav û guhên xwe negirin kir û got: “Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê li gel zarokên xwe bin. Gerek bike em ê li derve, ew ê di hûndir de li ber xwe bidin.” * Niştecihên li TOKI’ya Kevenli ya 50 blokî ya li navçeya Rêya Armûşê dijîn, ji ber xirabûyîna qazana daîreyê gerim nabin. Welatiyan, di van şert û mercên zor û zehmet ên zivîstanê, neçar man ku kulekên sobê di xaniyên xwe de vekinn.      * Hat îdîakirin ku xebatkarê Îdareya Taybet ê Bajarê Colemêrgê serokê MHP’î Sedat Ozbek, 40 tom xurdeya bi 200 hezarî ya saziyê, dema ku cihê kar girtîbû roja Yekşemê firotiye. Hat diyar kirin ku bi du yewmiyan ser bûyerê hatiye girtin. Ozbek, da zanîn mijar mezin bû, hin tişt nayin gotin.    * Şahîn Gegez ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê dimîne, ligel ku cezayê wî qediyaye jî, ji ber cezayê hucreyê nayê berdan. Apê Şahîn Remzî Gegez, bertek nîşanî vê yekê da û got: “Rayedarên girtîgehan bi zanebûn infaza girtiyan dişewitînin û li ser hev girtiyan ceza dikin.”   * Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Parêzer Îlhan Ongor, “Rêznameya Daîreya Nirxandina Hikumxaran” rexne kir û wiha got: “Ev pêkanîn li gorî keyfa rêveberiya girtigehan maye. Gelek girtî, ligel ku cezayê wan qediyane jî nayin berdan. Ev bêmafiya herî mezine.”   * Danişîna doza kuştina Gerînendeyê Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li Edliyeya Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza Nûçegîhanên Ajansa me ya Mezopotamya Îdris Sayilgan dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Muşê (10.00)   * Parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên çep dê li navçeyên Kadikoy, Şîşlî  û Kuçukçekmeceyê esnafan ziyaret bikin. (11.00-18.00)   * Karkerên Înşaatê yên Înşaat-Sen'ê dê di roja 15'emîn de li Sefaretxaneyea Cezayir a Şîşliyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (11.00)   * Hêzên Ked û Demokrasiyêyên Kocaeliyê bi armanca piştgiriyê dê li Parka Mafên Mirovan a Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, dê serokê Meclisê Mustafa Şentop ziyaret bike. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, bi armanca balê bikiyîne ser çalakiya greva birçîbûnê û tecrîdê dê li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (16.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi armanca piştgiriyê bide xwendekarên Zanîngeha Bogaziçî dê li Zanîngehê daxuyaniyê bidin. (17.00)