Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin 2021-02-01 09:07:10   WAN - Niştecihên li TOKI’ya Kevenli ya 50 blokî ya li navçeya Rêya Armûşê dijîn, ji ber xirabûyîna qazana daîreyê gerim nabin. Welatiyan, di van şert û mercên zor û zehmet ên zivîstanê, neçar man ku kulekên sobê di xaniyên xwe de vekinn.      Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, di sala 2009’an de, di çarçoveya Qanûna Teşwîqê ya Piştevanî û Alîkariya Civakî de, ji bo welatiyên ku tu ewlekariya wan a civakî tune bû, malên dayînbariya paşve hatibûn avakirin. Serokatiya Îdareya Xaniyên Komelî ya Kevenli (TOKÎ) ku ji 50 blokan pêk tê û ev malbat tê de bi cih bûne, roj bi roj hildiweşe.   Piraniya van malbatên di 817 daîreyên TOKÎ de dijîn, ji ber pirsgirêka gerimbûnê, avahiyên ne saxlem û bûyerên dizitiyê, neçar man ku malên xwe biguherin. Lê hin malbat ji ber xizantiyê neçar mane ku jiyana xwe ya li TOKI’yê dewam bikin. Di her avahiyekê de, çend malbat dijîn. Ji ber ku qazana darîyeya TOKÎ xirab bûye, welatî nikarin gerim bibin. Welatiyan ji ber vê rewşê neçar man ku kulekên sobeyan di dîwarên avahiyên xwe de vekin.    BERTEK NÎŞAN DAN   Ji welatiyên di xaniyên TOKÎ de dijîn Fezîle Gelgel, Tefîk Kaya û Maşallah Aksoy, bertek nîşanî vê rewşê dan û wiha gotin: “Em pirsgirêka gerimbûyînê dijîn. Di depoyan de av qerîsîne. Êdî tu nirxa van avahiyan nemaye. Hemû welatî ji vê rewşê bêzar bûne. Divê rayedar ji vê pirsgirêkê re çareyekê bibînin. Malbatên di van xaniyan de, dimîni hemû xizanin. Nikarin fatûreyên xwe yên ceyranê jî bidin. Dîsa diz dikevin avahiyên me. Ji mecbûrî em li vê derê dimînin. Em dixwazin destê alîkariyê dirêjî me bê kirin. Di sê avahiyan de tenê qazanek heye. Bi giştî 15 malbat di sê sîteyan dimînin. Tenê 10 ton komir dan evqas malbat. Ji bo ku em xwe gerim bikin me di dîwarên malên xwe de kulekên sobeyan vekirine. Em pir mexdûrin. Di avahiyên me de gelek kêsamî hene. Em dixwazin ev kêmasî û pirsgirêkên me bên çareser kirin.”