Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin 2021-02-01 09:07:57 COLEMÊRG -  Hat îdîakirin ku xebatkarê Îdareya Taybet ê Bajarê Colemêrgê serokê MHP’î Sedat Ozbek, 40 tom xurdeya bi 200 hezarî ya saziyê, dema ku cihê kar girtîbû roja Yekşemê firotiye. Hat diyar kirin ku bi du yewmiyan ser bûyerê hatiye girtin. Ozbek, da zanîn mijar mezin bû, hin tişt nayin gotin.  Çerça nelirêtî û bertîlê, ya li Colemêrgê dizivire, gehişt heya xurdeyên Îdariya Taybet a Bajêr. Hat îdîakirin ku Serokê Navçeya Navendî ya MHP’ê Sedat Ozbek, xurdeyên Îdareya Taybet a Bajêr ku lê dixebite, li kamyonekê barkirin û birin firotin. Roja Yekşemê di 2’yê Tabaxa 2020’an, kêliyên ku Ozbek xurdeyên saziyê li kamyonê bar dike, dikevin ber kamerayên ewlekariyê. Ajansa Mezopotamya (MA), dîmenên operasyona xurde yên Ozbek û kesên bi wî re bi dest dixe.   ÎDÎAYA XURDE FIROTIN   Li gorî agahiyan, Sedat Ozbek, K.S. û kesekê din ê ku navê wî nehat zanîn, li atolyeya saziyê ku bi awayekê peymandanî lê dixebin, xurdeyan bi kemçeyê li kamyonê bar dikin. Hat îdîakirin ku Ozbek ê MHP’î, derdora 40 ton xurdeyê saziyê ku nirxê wê li gorî piyasayê 200 hezar TL ye, nayê zanîn firotiye ku derê.   TONEK PAŞVE ANΠ   Piştî ku derdikeve holê xurdeyên ji parçeyên wesayîtên saziyê pêk tên ne li cihê xwe ne, Ozbek bi heman rêbazê di 10’ê Tebaxa 2020’an de, tonekê paşve tîne û datîne cihê wê. Bi vî awayî tu lêpirsîn nayê dest pêkirin û bi ser bûyerê tê girtin.   TENÊ DU YEWMIYE CEZA   Ligel tona xurdeyan a Ozbek paşve tîne jî, ser bûyerê tam nayê girtin û din ava saziyê de ev mijar tê axaftin. Ozbek ê MHP’î li ser vê yekê sewqî lijneya dîsîplînê tê kirin. Ozbek ji Amîrtiya Qadê tê girtin û tenê bi 2 yewmiyan ceza lê tê birîn. Derbarê du kesên ku alîkariya Ozbek dikin de jî, bi hinceta tu eleqeya wan bi saziyê re tuneye, tu tişt nayê kirin.   ÎDARE: BÛYER HAT GIRTIN   Derbarê mijarê de me xwe gihand Midurê Pênivîsa Taybet ê Îdareya Taybet a Bajêr. Midur, da zanîn ku bûyer hat girtin, dadgehî bûye û nikare derbarê bûyerê de agahî bide. Piştî demekê, kesek bi telefonê li me geriya, got ew di Miduriyeta Pênivîsa Taybet de dixebet û beyî ku agahiyekê bide, em beraliyê Miduriyeta Veguhastina Rê ya Îdarê kirin. Miduriyeta mijara gotineye jî, ji me re got, hûn dikarî agahî ji Miduriyeta Xizmetên Alîkariyê bigirin.    OZBEK: XURDE TEVLÎ ÇOPÊ BÛN   Serokê Navçeya Navendî ya MHP’ê Sedat Ozbek ê me hemû delîl, dane û îdîayên heyîn jê pirs kirin, ev bersiv da me; “Derbarê bûyerê de lêpirsîn vebûye û mijar hatiye girtin.” Ozbek, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ev der Colemêrgê, cihek biçûke. Ên hez dikin hene, yên hez nakin hene. Mijar tenê eve.”   Ozbek ji bo pirsa “We xurde dibirin ku derê?” ev bersiv da, “Me tu xurde ne birine Me çop dibir. Yek du kemce xurde hebûn. Ji bo ku çop bû me bir. Miduriyeta me got paşve bînin. Me jî paşve anî û danî cihê wê. Dûre Ofîsa Melzeme ya Dewletê hat. Hemû qeyd kirin û kirin fermiyetê.”     DI LÊPIRSÎNÊ DE TIŞTEK DERNEKET   Ozbek ji bo pirsa têkildarî lêpirsîna derbarê wî de hatibû vekirin jî ev yek got: “Belê belê. Tiştek derneket. Cezayê pere birîn. Tiştek mîna vê. Pê mijûl dibin, ên ji te hez nakin hene. Mesele tenê eve. Min li amîrtiya qadê mêze dikir. Ez talaronim. Kesên li gel min bûn, alîkariya min dikirin. Bêmafiyê dikin. Mijar ne ez bûm, lê hat gel min. Ez mijarê nabêjim. Mezine. Hin tişt nayin gotin.”    Dema ku me pirsa “mijara mezin” ji Ozbek kir, li şûna bersiv bide, em beraliyê xizmê xwe Serokê MHP’ê yê Bajêr Fatîh Ozbek kir. Ozbek, di dewama axaftina xwe de got; “Fatîh kurê apê mine. Ji ber vî wisan dikin. Em malbatek mezinin.”   SEROKÊ BAJÊR: DIXWAZIN TEVLÎHEV BIKIN   Dûre Serokê MHP’ê yê Bajêr Fatîh Ozbek li me geriya û wiha bilêv kir: “Hinek kes li vê derê, dixwazin hinek tiştan tevlîhev bikin. Li ser fermana saziyê kar hat kirin. Saziyê jî girt. Xurdeyê dibin cihekê din. Dibin davêjin çopê. Ji ber ku ne dizanîn aîdê Ofîsa Malzeme ya Dewletiyê davêjin çopê. Lêpirsîn hat destpêkirin. Lê tu pirsgirêk derneket holê. Ji heman çopê dîsa kom kirin û paşve anîne.”   MA / Gokhan Altay