Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê 2021-02-01 12:18:26   ENQERE – Haber-Sen û BTS, bi daxwaza sirgûn, îxrac û zextên ku di demên dawîn de pêk tên, bi dawî bibin, bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê.    Sendîkaya Xebatkarên Veguhêzkariya Yekgirtî (BTS) û Sendîkaya Kedkarên Posta, Ragihandin, Çapemenî û Weşanê (Haber-Sen) yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi daxwaza sirgûn, îxrac û zextên ku di demên dawîn de li hemerî endam, rêveber û nûnerên wan ên li Wezarata Raghandinê dixebitin pêk tên, bi dawî bibin, bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê.    Serokên şaxan, endamên Lîjneya Birêvebirina Navendî û Seroken Giştî yên Haber-Sen û BTS’ê dê tevlî meşê bibin. Meşên ji Îzmîr, Amed û Meletiyê di 1’ê sibatê de û meşên ji Stenbol û Zongûldakê jî di 3’ê sibatê de dê bi daxuyaniyê dest pê bike. Di 4’ê sibatê de milên meşan dê li Enqereyê bên gel hev û li bajarên ku di wan re derbas bibin jî dê daxuyanî bidin.    Serokê Giştî yê BTS’ê Mûrat Oral û Serokê Giştî yê Haber-Sen’ê Can Delîdûman, têkildarî meşê axivîn û diyar kirin ku dê neheqiya li hemberî xwe bidine rawestandin û ji bo piştgiriya wan bang li partiyên siyasî kirin.